Ji Osman Baydemirî re lêpirsîna Efrînê

Ji Osman Baydemirî re lêpirsîna Efrînê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir de ji ber daxuyaniya wî ya li ser Efrînê lêpirsîn destpê kir.

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyek belav û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku derbarê Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de ji bo sedema destpêkirian lêpirsînê ya derbarê Baydemir de got, "Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir di 28ê Rêbendana 2018an de di daxuyaniya ji bo çapemenî û li ser Twitterê de Hêzên Artêşa Tirk ên ku li Efrînê li dijî rêxistinên terorê PKK/PYDê operasyonan birêve dibin, wekî dagirker diyar kiriye û herwisa ji ber daxuyaniyên xwe yên ku heqaretê li piştevanên operasyonê dikin, ji bo midaxeleya li dijî Tirkiyeyê bangî NATOyê dikin û ji bo daketina kolanan bangî gel dikin, derbarê wî de bi tawanên ku xelkê sewqî kîn û dijminatiyê dike û heqaretê li wan dike, heqaretê li neteweya tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê û sazî û dezgehên dewletê dike û şerê li dijî dewletê lêpirsîn hatiye destpêkirin."

 

 
 

 

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin