‘’Ji nuha ve divê em amadekarîyên hilbijartinên şaredarîyan bikin’’

‘’Ji nuha ve divê em amadekarîyên hilbijartinên şaredarîyan bikin’’

Serokê Giştî yê PAKê li konferansa Parîsê bangî Kurdistanîyan kir: ‘’Ji nuha ve divê em amadekarîyên hilbijartinên şaredarîyan bikin’’

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik, ji aliyê Partîya Sosyalîst a Fransayê ve ji bo Cejna Gulan / Fête de la Rose hatibû vexwendin. Birêz Özçelik bi vê firsendê li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê roja 02.10.2016an derbarê, ‘’Yekitî, îtîfaq, rewşa Kurdistanê û helwesta PAKê’’ de konferansek da. Di konferansê de li gel heval û dostên PAKê, gelek welatparêzên Kurd jî amade bûn.

Mustafa Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de spasîya Enstîtuya Kurd kir ku ev îmkanê konferansê dane partîya me. Paşê jî bi giştî behsa xebatên PAKê û amadeyîyên ji bo Kongreya Yekem ya PAKê kir.

Mustafa Ozçelîk got ‘’Em ji roja ewil heta îro her bi perspektîfa yekkirina potansiyela azadîxwaz û demokrat ya Kurdistanî xebatên xwe dimeşînin. Mesela yekîtiyê ji bo me stratejîk e, ne taktîk e. Îro hêdî hêdî berhemên vê xebatê bidest dikevin. Em hêvî dikin di rojên pêş de  ji bo yekkirina beşek ji vê potansîyelê dê gavên erênî bêne avêtin. Ev meşeke berdewam e. Divê bê westan û bi sebir em vê meşa xwe ranewestînin û gav bi gav vê potansiyelê di nav partîyeke xurt de bikin yek’’. Bi vê minasebetê careke din jî Mustafa Ozçelîk bangî kes û dor û ber û grûp û partîyên azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî kir ku em di nav yek partîyê de bibin yek.

Mustafa Ozçelîk  girîngîya tifaqa hêzên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê kir û got ‘’Divê hemû potansîyela netewî, Kurdistanî li ser bernameyeke lihevkirî, hevkarî û tifaqên xwe bihûnin û ji nuha ve xwe ji hilbijartinên şaredarîyan re amade bikin. Em dikarin vê hilbijartinê wekî firsendekê binirxînin û bi derxistina namzedên maqûl ku di civatê de cîhê xwe heye, em dikarin  hêvîyeke nuh  ji gelê xwe re ava bikin’’.

Özçelik bahsa teşebusa derbeya eskerî ya vê dawiyê jî kir û wiha got : «Derbeya eskerî ji berê ve dihate zanîn û ji ber wê jî bi ser neket. Hikûmetê li ser vê yekê rewşa awarte îlan kir, lê bi baweriya me ev yek ne tenê ji bo tesfiyekirina heval û dostên derbekeran bû. Gelek mamoste (12000 mamoste) û karmendên kurd jî bi vê mahnê ji kar hatin derxistin. Her wiha dewletê ji bo 28 şaredariyên Kurdistanê qayûm tayin kirin. Bersiva ku ji alî Kurdan ve hate dayin jî ne li rê bû. Ji bo wê ye, ku Kurdan şikest xwar.»

Serokê Giştî yê PAK biberdewamî wiha got: « Tirkiye dixwaze rê li ber siyaseta legal bigre û berê Kurdan bide şer, ji ber ku niha şer ne li berjewendîya Kurdan e. Her wiha jî li gel Îranê dixwaze rê li ber serxwebûna Kurdistana başûr jî bigre. »

Özçelik li ser başûrê Kurdistanê got: “Bexda bi şer nikaribû bi Kurdan, niha jî dixwaze wan ji alî aborî ve mecbûrî xwe bike. Tenê serxwebûn dikare rê li ber wan veke, ji bo wê em piştgiriya serxwebûnê dikin.

Özçelik qala Kurdistana başûrêrojava jî kir û got : « Dewleta Tirk naxwaze ku li Kurdistana başûrêrojava jî Kurd karibin ji xwe re statuyekê bidest bixin. Midaxeleya Tirkiyê ya Cerablûsê dîsa li hemberî Kurdan bû. Mebest ew e ku Kurd nikaribin herêmek yekpar pêk bînin.» Ji bo rojhilatê Kurdistanê jî got ‘’Em  piştgirîya tifaqa partiyên Kurdistanî dikin û divê peywendîyên navnetewî bibe hêzeke esasî jibo geş kirina têkoşîna azadîyê’’

Mustafa Ozçelîk li gel pirsên beşdaran Konferansa xwe bi agahdarî û bersîvan bi dawî anî.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin