Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Ji neheqiya tarixê re meydan xwendin

A+A-

Li welatê me 

siyaset û encamên wê,

siyaset û realite,

siyaset û konjuktur naşibe tu welatên din. 

Başûrê Kurdistanê bi terciha xwe ya demokratik ji neheqiya tarixê re meydan xwend.

Helwestên piştî encamên referandumê mirov dide fikirandin.

Disa ji li hemberi helwestên neyini û durûti encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê destê irada siyasi ya başûrê Kurdistanê xurtir kir.

Ev realitek e.

Êrêyek %92.7 di destê wan de ye.

Bî vê tercîhê mafê dewletbûyînê bi tu awayî nayê guftugo kirin.

Bê ku mirov li ser bipeyive mafê dewlet bûyînê heqê kurdistaniyên ku li başûrê Kurdistanê dijîn.

Ev heqa, wek şirê dayika wan ji wan re helal e.

Ev heq hêza xwe ji terciha xwe ya %92,7 digre. Biryarek demokratik bi encamek demokratik bi dawî bû. Ev terciha demokratik li raya navneteweyî meşuriyetek dide xwesteka wan.

Dibê Hikmet û partiyên başûrê Kurdistanê li ser vê yekê baş bifikirin…

Ev tercih û realite çiqas li hev tên.

Ev tercih û ilankirina dewletê ewê çi astengiyan derxîne pêşberî îrada siyasî ya başûrê Kurdistanê?

Ewê qezenc û têkçûyina wan çi be?

Di giloka pirsgirêkên grifit de ewê kîjan astengî li benda wan be?

Pirs pir in…

Li erdingeriya ku em li ser dijin yekcarna 24 seat ji neheqiya tarixê re meydanê dixwine…

Dîvê îrada siyasî li ser krêdiya ku gelên Kurdistanê daye wan baş bifikirin.

Hesabê aktorên ku li Rojhilata Navin xwedî bandor in baş bikin.

Dema ilankirinê baş bihesibinin…

Kriza Vîze ya di nabêna Emererika û Tirkyeyê de îşareta erdhejiyek mezin e.

Jibo pêşerojê hin işaretên erînî dide mirovan.

"Frên" teqiya.

Ereba "frên" teqiyayi li ku biqelibe û bisekine ne diyar e.

Bi qeneta min di vê qonaxê de dive kurd pragmatizmê derxînin pêş…

“gavek berbi pêş û du gav bi şunde"

Krêdiya ku gel daye wan bi krêdiyeka din bixemilinin.

Bê ku her sê dewletên Kurdistanê dagirkeririne tevî vê meselê bikin bi Iraqê re li ser vê meselê bipeyivin.

Diyaloga heri xerab ji kuştin, mirin û wêraniyê baştir e…

Vê gave derfetên ilankirina Serxwebuna Kurdistanê tunebe, ya herî gring heger di vê ilankirinê de ewê gel perîşan be,karin derbasî merhela duyem bin.

Merhela duyem biryê terciha % 92.7 e.Wek ku tê peyivandin navê wê konfederali ye.

Diyaloga bi iraqê ji gelek aliyan destê irada siyasi ya başûrê Kurdistanê xurtir bike.

Çawa ku ji merhela otonomiyê berbi Federasyonê irada xwe nişan dan û dijberên xwe hêdi hêdi elimandin…

Roj hat li hemberî Emerikayê helwest danin û mafê xweyî neteweyî di kanuna bingehin ya iraqê de wek dewletek federal dan qabulkirin…

Ev hemû pêvajoyek bû.

Divê di mesela ilankirina Serxwebûna Kurdistanê de deri ji çareseriyên din re negirin…

Ecele nekin.

Pêvajoya pêlên erdhejiyê baş bişopinin.

Ev rêbaz ewê rê li ber felaket û trajediyên din bigre….

Konjuktur, realite û pragmatizim sê têgehên kilita siyaseta rojhilata Navin e.

Vê gave mifte di destê kurda de ye.

09.10.2017 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar