Niyazî Pîro

Niyazî Pîro

Hemû nivîsên nivîskar >

Ji Necmetîn Re

A+A-

(Necmettin Büyükkaya)

Ketime cîhekî teng

niha tenê me

mame bê dest û bê ling

girêdayî me

çar doralîyê min dîwar

çi derî heye çi pencere

weka mirovên kor

bê ronahî me.

 

Nabînim,

lê belê dizanim

hem jî rind dizanim

vira zindan

vira cîhê lêdan

hem jî bi kalas û hesin lêdan

lêdan...

lêdan...

lêdan.

 

Armanca pasvanan ez bimînim bê çare

Biryara min;

berxwedan...

berxwedan...

berxwedan.

Ma qey nizanin,

ez zinarê mezin Necmetîn im

ma qey nizanin,

ez şoreşger û demokrat im

ma qey nizanin,

ez ser didim

sir nadim.

22.01.2017

 

Lewra;

ez Kurdistanî me

nevîyê Selehedînê Eyubî me

ji mirinê natirsim...

natirsim...

natirsim.

Önceki ve Sonraki Yazılar