Ji nebûna butçeyê Ofîsa Nûneratiya HHK ya li Rûsyayê hat girtin

Ji nebûna butçeyê Ofîsa Nûneratiya HHK ya li Rûsyayê hat girtin

Xerciyê nûneratiyên Herêma Kurdistanê li derve salane 15 milyon dolarên amerîkî ye.

A+A-

Li gorî zanyariyan, Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) li Rûsya ji ber kirîza darayî û nebûna bûdceyê hatîye girtin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsya, Aso Cengî Burhan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandîye: “Ofîsa Nûnerastiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsya di kirê de bû, me bo cihekî erzantir veguhast, lê belê wê yekê jî arîşe çareser nekir û ji ber arîşeya darayî me bi yekcarî daxist. Herwiha me kelûpelên ofîsê jî li embarekê daniye.”

Aso Şêx Cengî herwiha got, bûdceya 11 mehên ofîsê nehatiye xerckirin û ji bilî kirêya ofîsê, mûçeyên wî û karmendan jî nehtaiye dan.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha Îlon a sala 2006an de bi biryara 143 a Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê hat damezrandin.

Erkê sereke yê vê fermangehê damezrandin û xurtkirina pêwendiyên Kurdistanê li gel civaka navdewletî û rêxistina pêwendiyên nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê ye.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re aşkere kiribû, ku xerciyê nûneratiyên Herêma Kurdistanê li derve salane 15 milyon dolarên amerîkî ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha 14 ofîsên nûneratiyê li welatên wek Almanya, Îtalya, Fransa, Brîtanya, Amerîka, Rûsya, Poloniya, Nemsa, Ispaniya, Awustraliya, Swêd, Belcîka, Swîs û Îranê heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin