Ji Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê li ser egera sêdarkirina Ebdûlahpûrî daxuyanî

Ji Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê li ser egera sêdarkirina Ebdûlahpûrî daxuyanî

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê li ser îhtimala darvekirina Hîdayet Ebdullahpûr daxuyaniyek belav kir

A+A-

Daxuyaniya Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê li ser îhtimala darvekirina Hîdayet Ebdullahpûr:
 

‎Hevwelatiyên birêz!
Gelê berxwedêr yê Kurdistanê!
Saziyên parêzvanên mafên mirov!
‎Di berdewamiya girtin, îşkencekirin û darvekirina xebatkarên azadîxwaz yên kurd de, roja 16 Rezbera îsal, fermana darvekirina girtiyê siyasî yê kurd Hîdayet Ebdullahpûr, ku li girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê de ye, bi tohmeta hevakarî ligel yek ji partiyên kurdî yên opozîsyonê, ji aliyê şaxa 47 ya dîwana bilind ya Îranê ve hat pesendkirin. Ev di demekî de ye ku beriya niha dîwana bilind fermana darvekirina Hîdayet Ebdullahpûr red kiribû û ji parêzer û malbata wî re gotibû ku ew bê guneh e. Lê mixabin di bin fişara Wezareta Îttilaatê û dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê de, dîsa fermana darvekirina wî hat dayîn. 
Hîdayet Ebdullahpûr roja 26 Cozerdana sala 1395 hetawî ligel 6 welatiyên xelkê bajarê Şino hatibûn girtin.
Piştî pêla berfireh ya nerazîbûn û bêzariya xelkê li dijî rêjîmê û berfirehbûna xebata gelê kurd li dijî siyaseta serkutkirin û binpêkirina mafên wan, rêjîma komara îslamî, girtin û darvekirina çalakvan û azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir kiriye. Xebatkar û girtiyên siyasî yên kurd ji bilî ku ji mafên bergirîkirina xwe bê par hatine hîştin, di bin fişar û îşkenceyên dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê de tên mecbûrkirin ku bi zorê îtiraf bikin. Di girtîgehan de sûcên ewlehiyê davêjin ser wan û fermana darvekirinê bi ser wan de disepînin. 
‎Em wek Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, di rojeka wek îro de ku roja cîhanî ya nehîştina darvekirinê ye jî, biryara ne rewa ya darvekirina girtiyê siyasî yê kurd Hîdayet Ebdullahpûr û xebatkarên azadîxwaz yên kurd şermezar dikin û em daxwaz ji gelê Kurdistanê dikin ku li dijî siyaseta darvekirina zarokên xwe û serkutkirina sîstematîk ya rêjîma komara îslamî rawestin û dengê nerazîbûna xwe bilind bikin.
‎Em daxwaz ji saziyên parêzvanên mafên mirov, dezgeh û saziyên mirovdost jî dikin ku li hember tawan û siyaseta dijmirovî ya rêjîmê bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin. Her wiha em daxwaz dikin ku fişarê bixin ser rêjîmê da ku darvekirin û serkutkirina zarokên gelê kurd bi dawî bîne.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
7 Rezbera 1397
10 Oktobera 2018

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin