Ji Nadir Nadirov aqilmendî û welatparêzî dibarî…

Ji Nadir Nadirov aqilmendî û welatparêzî dibarî…

.

A+A-

Behsa mirina aqilmendê dewra me û welatparêzê mezin

Akademîsyen Nadirê Kerem Nadirov dilê hemû kurdan hingavt.

Xwedîyê van gotinên zêrîn bi xwe zêrê zer bû

Bavê ulmê neftê li Qazaxistanê, akademîsyan Nadirê Kerem Nadirov dibêje:

-Min bi destûra Stalîn dest bi xwendina bilind kir…

-Rasthatina min a bi rêberê kurdan Mistefa Barzanî ra ez ruhdar kirim.

-Zimanê kurdî esilê me ye. Kurdî nizanibî – tu bê esil î!

-Zimanê kurdî diya me ye. Kurdî nizanibî – tu sêwî yî!

-Zimanê kurdî çavê me ye. Kurdî nizanibî – tu kor î!

-Zimanê kurdî xîreta me ye. Kurdî nizanibî – tu bê xîret î!

-Zimanê kurdî bextê me ye. Kurdî nizanibî – tu bêbext î!

-Zimanê kurdî hebûna me ye. Kurdî nizanibî – tu tuneyî!

 

Li jêr em nivîseke Akademsîyen Nadir Nadirov ya jêhînbûnê raberî we dikin. 

Akademîsyen Nadirê Kerem Nadirov: Nasnameya kurdan a qedîmî di xeterê da ye!

Tu kes înkar nake, ku kurd yek ji niştecîyên kevinare yên cihanê ne, dîroka wan bi zêrandinan, nuxsankirinan, înkarkirinan, neheqîyan, helandin-asîmîlekirinan, bi destî zorê cîhilkirinan, gelkujîyan û bi çeka kîmîyayê jehrîkirinan (Helebçe) va dagirtî ye. Û ev hemû li ser axa wan a qedîmî, li welatê wan diqewime.

Gelek tevgerên kurdan bona mafên xwe, bona xwerêvebirinê hebûne, ezê navên wan nedim, her kes wana zane. Dijî kurdan gelek mêtodên zêrandinê bi kar anîne, ji wana yên here xedar – ji holê rakirina serokên tevgerên kurdan bûye, an jî berîhevdana kurdan, ango, hewil dane kurdan derxin dijî hev. Bi vî awahî bi sedan salan hewil dane bi awayê xwe pirsgirêka kurdan li ser tevaya axa Rohilata Nêzîk çareser bikin.

Dîroka kurdan hinekî dişibe dîroka gelê cihû. Anegorî pirtûka Dûglas Leyton ”Kurd di Încîlê da” (DAY, 1994), hela di dema Pûtpetestîyê da mînanî cihûyan neheqî li ser xwe dîtine. Lema jî, hemû welatên ku Kurdistan di nav xwe da parevekirine (û xerîta wan di pirtûkê da heye), di navbera xwe da dijminatîya hev dikin, lê dema mesele tê ser mafên kurdan, ew hemû dibin yek û bi awayekî bêşerm dibêjin: -Emê tu cara nehêlin Îsraêla duduyan, ango Kurdistan saz bibe, bêy ku daxwezên kurdan bidine ber çavan. Û bi sedsalan qedera gelê kurd ha tê biryarkirinê.

Bedbextîyeke di dîroka kurdan da 15-16ê cotmehê sala 2017an qewimî, dema bi eynî senaryoyê, axên Kurdistana Başûr ji alîyê Îraqê û Îranê da hatine zevtkirin, di nav wan da Kerkûk, Şengal, Xaneqîn, Mexmûr û yên din. Anegorî madeya 140î ya Destûra Komara Îraqa Federal (KÎF), Kurdistana Başûr 25ê îlonê sala 2017an Referendûma derheqa serxwebûnê da derbaz kir, herwiha li wan axên zevtkirî da jî. Zêdeyî 92% niştecîyan dengê xwe dabûn bona serxwebûnê û bona ew herêmana bikevin nava Kurdistana Başûr. Ev bû sebeb, ku Îraq û Îran weke hovan, ew jî bi çekên Amêrîkayê, ku dabûn bona şerê dijî têrorîzmê bikin, êrîşî kurdan kirin. Xên ji wê, gorî Destûra KÎF, artêşa welêt gerekê şerê dijî gelê xwe neke, ango di hundurê welêt da.

Di encama zevtkarîyê da bi sedan hezaran kurd bûne penaber, an jî di nava hesarê da ne, bi dehan hezar hatin kuştin. Gefa li kurdên parlamentar yên KÎF dixwin, ku bona tevbûna nava Referendûmê wê cezayê kuştinê ji wan ra bê derxistin. Hemû dewletên mezin, ku kurdan dihesibandin wek bingeha tekane û hêvîya here mezin di şerê dijî têrorîzmê li Rohilata Nêzîk, berê xwe ji wan guhastin. Kurd dîsa tena serê xwe man.

Wê demê serokkomarê Kurdistana Başûr birêz Mesûd Barzanî got: ”Xênji çiyayên me, dostên me tunene”. Fikira vê gotinê a kûr heye, ji ber ku çiya bi sedan salan ji me ra bûne pişt û senger, me himberî êrîşan, înkarkirinê, gelkujîyê û h.w.d. ber xwe daye, û kurdan ji çiyayan şerê man û nemanê kirine, guh nedane sur û sermê û xelayê.

Serokkomarê Kurdistana Başûr birêz Mesûd Barzanî mêrxasîyeke bêhempa kir – xewna gelê xwe ya bi dewranan bi riya Referendûmê pêk anî (25.09.2017), him ser axa herêmê, him jî li ser navçeyên ku şik li ser wan hebû û ew yek gorî madeya 140î a xala Destûrê a Komara Îraqa Federal kir. Biryara xurt a serokkomar Mesûd Barzanî derheqa derbazkirina Referendûmê da hemû kurdan gîhande hev, kir yekdest, bêy ku ferqê dayne ka kê ji kîjan partîyê ye, di hêla sîyasî û civakî da fikirên wan çi ne.

Lê ev gava Masûd Barzanî a dêmokratîyê, destûrî bû sebeb, ku gund û bajarên me bêne zevtkirin, miletê me bê zêrandin, mecbûr bibe bi destî artêşa Îraqê û leşkerên Îranê, bi çekên Amêrîkayê ji warên xwe derkeve. Îraq û Îran di sedsala 21ê da bi vî awahî mafên kurdan yên destûrî çareser dikin. Hatîye hesabkirinê, ku serokatîya KÎF di hindava Herêma Kurdistanê da zêdeyî 55 xalên Destûrê pêpes kirîye.

Yekîtîya Neteweyan û dewletên cihanê yên mezin, ku şervanên bona dêmokratîyê ne, guh nadin van yekan û helwesta xwe dîyar nakin.

Tu kurdek tune, ku tûşî nuxsankirinê û neheqîyê nebûye. Ji bo nimûne, olka me, di dema tevgera kurdan ya sala 1926an li Tirkîyê, li ser axa KSS Azirbêcanê bû penaber, lê di sala 1937an em bi destî zorê sirgûnî KSS Qazaxistanê kirin, destûra me tunebû em ji warê penaberîyê derkevin. 80 sal derbaz bûne, bi saya serê dilovanîya gelê qazax, serokatîya komarê û xebathezîya xwe me nasnameya xwe, ziman û çanda xwe xwedî kir û em hêjayî qedir û sîyanetê, layîqî qîmetê bilind bûn. Mesele, ez wek zanyar, xwedî hemû dereceyên zanyarîyê me: Hemwelatîyê Şerefê yê hemû bajarên Qazaxistanê me, ku ez li wan deran hîn bûme an jî xebitîme. Ez bextewar im, û ne tenê ez, lê hemû kurd jî, ku em hemwelatîyê Qazaxistanê ne. Kurd li ser axa welatê xwe yê duduyan çêtir dijîn, ne ku li ser axa xwe a dîrokî.

Hemû kurdên cihanê bi birayên xwe ra hemfikir û tifaq in û dixwezin ku kurd li ser axa xwe bi dilekî rehet û bextewar bijîn, û daxwezên wan yên jîyanê bi destî çekan û gelkujîyan neyêne pêpeskirinê.

Ez berê xwe didime Neteweyên Yekgirtî, serekên dewletên mezin, dêmokratîk kurdan ji destdirêjayan, zêrandinan biparêzin, mafên wan yên Konstîtûsyon biparêzin. Weke çiyayên wan bibine dost û hevalên wan!

Ez bawer im, ku kurd wê bi keda xwe ya di nava pêşketina dêmokratîyayê, aşîtîyê, aramîyê û qîmetîyên hemmerivayê li Rohilata Nêzîk bersîva we bidin. Ez we didime bawerkirinê, ku bêy çareserkirina pirsgirêka kurdan li Rohilata Nêzîk wê aramî tunebe.

Serxweşîya malpera RIATAZA

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi dilekî kovan serxweşîyê dide malbeta Akademîsyen, welatparêzê mezin, gula kurdên Sovyeta berê û tevaya Kurdistanê Nadirê Kerem Nadirov. Bira ruhê wî li wê dinê di nava buhuşta rengîn da be. 

Çavkanî / Riataza

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin