Ji Muqteda Sedirî, hişyarî bo Trumpî

Ji Muqteda Sedirî, hişyarî bo Trumpî

Serokê Tevgera Sedir, Muqteqa Sedir li ser gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê operasyona leşkerî li Sûriyê de got: “Eger nirxên me yên pîroz bikevin bin metirsiyê, emê destgirêdayî nesekinin.”

A+A-

Muqteda Sedir li ser pirseke derbarê gefên Amerîkayê bo destwerdana leşkerî li Sûriyê de diyar kir: “Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Sûriyê di van rojan de provoke ye û herêmê ber bi karesatan dibe. Bi ti awayî şer çareseriyeke biaqilî nîne û destwerdana di karûbarên gel û welatan de tê redkirin. Tenê gelê Sûriyê biryara çarenûs û hikûmeta xwe didin.”

 

Serok Tevgera Sedir herwiha amadehî nîşan da ji bo berevaniya li Iraqê di egera şer a ligel Amerîkayê de û got: “Em rê nadin ku şerê Sûriyê berfireh bibe û têkeve Iraqê. Em li vir ji hikûmeta Iraqê re radigihînin ku em amade ne berevanî li sînorê rojavayê welat bikin, daku şerê Amerîkayê dûr bixin, heta em amade ne rê li ber dagirkirina Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve jî bigrin.”

 

Muqteda Sedir hişyarî da Amerîkayê û got: “Em destgirêdayî nasekinin. Eger nirxên me yên pîroz bikevin bin metirsiyê, em şîret li gelê Sûriyê dikin destwerdana Amerîkayê red bikin, daku karesata wan dubare nebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin