Ji Mistefa Hicrî banga têkoşînê

Ji Mistefa Hicrî banga têkoşînê

.

A+A-

Sekreterê giştiyê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê (PDKI) Mistefa Hicrî li ser êrişên Îranê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Mistefa Hicrî  wiha ye:

Hevwelatiyên xebatkar û berxweder

Carek din Komara Îslamî ji riya Balafirên bêpîlot û mûşekan ve êrîş kire ser binke û bargehên Hizba Demokrat û aliyên din ên Kurdistanê û çend xebatkarên me şehîd û birîndar bûn. Ji vê riyê ve dixwazim rabigehîn im ku ew ti car nikarin îradeya rizgarî û azadîxwaziya me ji nav bibin.

Ez daxwaz ji we dikim ku hêrs û tûretiya xwe li şeqaman de nîşanî dujmin bidin û carek din biselmînin ya ku nikare Kurdistanê bi çokde bîne, êrîş û tepeseriya daxwaziyên rewa û berheq ên me ye. Îradeya polayîn a we, şikestê bi hemû dîktatorekê tîne.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Berpirsê Nawenda Birêveberiya Giştî

Mistefa Hicrî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin