Ji Mahmut Toğrulî re biryara 2 sal cezayê zîndanê hat dayîn

Ji Mahmut Toğrulî re biryara 2 sal cezayê zîndanê hat dayîn

Parlementerê Dîlokê yê HDPê Mahmut Togrul di doza ku bi îdiaya “propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye” dihat darizandin de 2 sal û 6 meh cezaya zîndaniyê xwar.

A+A-

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmut Togrul beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn nebû lê parêzerên wî amade bûn.

 

Parêzerên Togrul gotin ku di axaftinên wî de hêmana sûcê nîne û daxuyaniyên wî di çarçoveya azadiya gotinê de ne.

 

Dozgerê bi hinceta ku Togrul di sibata 2016an de li Dîlokê “sirûda PKK/KCK” gotiye û di axaftina ji bo 250 kesî û gotinên wî yên heman meha Adarê yên li navçeya Bazarcix a Gumgumê di Newrozê de “propagandaya rêxistina terorê ne” û xwest ku bê cezakirin.

 

Lijneya dadgehê biryar da ku gotinên Togrul ên di çalakiya li Gumgumê de sûcê "propagandaya rêxistina terorê" nîne lê belê di çalakiya xwe ya li Dîlokê de sûcê ku dixin sitûyê wî kiriye û biryar da ku ew bê 2 sal û 6 meh cezaya hepsê bê cezakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin