Ji Lavrovî li ser Sûriyê daxuyanî

Ji Lavrovî li ser Sûriyê daxuyanî

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, ji bo normalîzebûna rewşa Sûriyeyê divê tavilê di çaçroveya formata Astanayê re bergiriyên kolektîf werin girtin.

A+A-

Civîna sê alî ya di navbera Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de destpê kir.

Lavrov di beşa civînê ya ji rojranemegeran re vekirî de axivî û diyar kir ku ji bo normalîzebûna rewşa Sûriyeyê divê tavilê di çaçroveya formata Astanayê re bergiriyên kolektîf werin girtin.

 

Lavrov ev tişt gotin

"Me ji bo rewşa Sûriyeyê û derdora wê bi hevdu bişêwirin, ev civîn li dar xist. Ji bo Sûriye di bin van şert û mercên dijwar de bikaribe di rêya normalîzebûnê de pêşve biçe, divê em tavilê di çarçoveya formatê ya Astanayê de bergiriyên kolektîf bigirin."

'RÛSYA, TIRKIYE Û ÎRAN YEKPERÇEBÛNA AXA SÛRIYEYÊ DIPARÊZIN'

Lavrov destnîşan kir ku Rûsya, Tirkiye û Îran dixwazin pirsgirêka Sûriyeyê bêyî ku li herêmê ji bo sînorên navdewletî bibe metirsî, çareser bibe û derbirî ku her sê welat jî yekperçebûna axa Sûriyeyê diparêzin.

‘HER SÊ WELAT DIKARIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN HIKÛMETA SÛRIYEYÊ'

Sergey Lavrov da zanîn ku Moskow, Enqere û Tehran ji bo paqijkirina terorîstan dikarin piştgiriyê bidin hikûmeta Sûriyeyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin