Ji Kurdên Kerkûkê xwestin ku têrikî malên xwe bikin !

Ji Kurdên Kerkûkê xwestin ku têrikî malên xwe bikin !

Endamekî encûmena bajarê Kerkûkê got ku ji hinek malbatên Kurdan re hatiye gotin ku divê ew malên xwe vala bikin.

A+A-

Zext û zorên li ser Kurdên Kerkûkê her ku diçe zêdetir dibin. Malbatên Kurdan yeko yeko ji malên wan têne derxistin.

Di derbarê bûyerê de endamê encûmena bajarê Kerkûkê Ciwan Hesen ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku li başûrê bajarê Kerkûkê, polîsan ji hinek malbatên Kurdan re gotine, ji malên xwe derkevin. Ji wan kesên ku hatiye tehdîdkirin, yek jê berpirsê perwerdeya Kurdî yê Kerkûkê Reûf Seîdula ye.

Ew kesên ku hatine tehdîdkirin, di dema zilma Seddam Huseyn de ji bajêr revîbûn û piştî ku rejîma Seddam hilweşiya, dîsa vegeriyabûn Kerkûkê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin