Ji Konferansa Parîsê seferberîya serxwebûnê derket

Ji Konferansa Parîsê seferberîya serxwebûnê derket

Ji "Konferansa navneteweyî: Kurdistan 2003 – 2017 ji Federalîzmê ber bi Serxwebûnê?" biryara seferberiya Serxwebûnê derket.

A+A-

Yaqûb Karademir/ Paris

Ji "Konferansa navneteweyî: Kurdistan 2003 – 2017 ji Federalîzmê ber bi Serxwebûnê?" ku bi hevkariya Enstîtuya kurdî ya Parîsê û Zanîngeha Soran, di 22yê hezîrana 2017an de, li li Senatoya Fransayê ya li Qesra Luxembourgê – Hola Clemenceau pêk hat û saet ji 10ê sibê heta 18.30ê êvarî dom kir biryara seferberiya Serxwebûnê derket.

Di konferansê de gelek akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên jinan, leșker û rewșenbîrên kurd û biyanî amade bûn û gotarên xwe pêșkêș kirin.

Konferansê bi axavtina bixêrhatinê ya serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Kendal Nezan a bi fransî û ya cigirê serekê Zanîngeha Soranê, Nehro Zagros a bi ingilîzî dest pêkir.

Rûniștina yekem a konferansê li ser rewșa navxweyî ya Kurdistanê bû û ji aliyê profesor Hamit Bozarslan, ji EHESSê (Xwendegeha Bilind a Zanistên Civatî, li Parîsê) ve hate birêvebirin. Di civînê de, Dr. Gazanag Bradostî, Dr. Îbrahîm Melezade û Dr. Kemal Yusuf Kolo ji Zanîngeha Soranê amadebûn û gotarên xwe pêșkêș kirin.

Dr. Gazanag Bradostî di axavtina xwe de li ser mercên dewletbûne rawestiya û got "Krîterên dewletbûnê li Kurdistanê hene. Li gor Neteweyên Yekbûyî divê nifûsa dewletekê ji 300 hezarî ne kêmtir be, nifûsa heyî li ser erdeke yekpare be, sînorên wê diyar bin û otorîteyeke wê ya îdarî û ewleyiyê hebe û ji alî aborî ve serbixwe be. Nifûsa Kurdan li bașûr ji 6 milyonan bêtir e, xaka Kurdistanê yekpare ye, parlamento, hikûmet û serokê wê, hên pêșmerge û polîs wê diparêzin. Li Iraqê problemê ewleyiyê heye, lê li Kurdistanê tuneye. Hatiniya Kurdistanê têra nifûsa wê dike, lê li Kurdistanê ji 2 milyonan zêdetir jî penaber hene. Di vî warî de em alîkariya navneteweyî dixwazin ku saziyên xwe bihêztir bikin..."

Axavtina duwem Dr. Îbrahîm Melezade kir û li ser Îslamisma rêxistî û tûndrewî li herêma bașûrê Kurdistanê rawestiya û axavtina xwe wiha domand "Civata kurd azad û vekirî ye, lê piraniya wê misilman e. Li Kurdistanê îslameke adetî heye, șerîetî civateke girtî dixwazin û vê yekê bikar tînin. Li Kurdistanê 120 dêr û li dor 1000î jî mizgevt û ciyên din ên îbadetê hene. Li zanîngehên Kurdistanê beșên șerîetê û gelek weșan jî di vî warî de hene. Kesên ku bixwazin dikarin bi serbestî îslamîzmê fêr bibin. Lê li Kurdistanê polîtîzekirina îslamê qedexe ye, ji be ku ev yek ji bo demokrasî û laîsîzmê xeter e. Divê çavdêrî li ser vê yekê hebe ku kurd nebin mașa destê îslamîstên tûndrew..."

Dr. Kemal Yusuf KOLO jî li ser pêșeroja kêmayetiyên nijadî û ayînî li Kurdistanê axivî û wiha got; "Kurd bi xwe li Iraqê kêmayetî ne, tevî vê jî li bașûrê Kurdistanê gelek kêmayetiyên ayînî û nijadî hene. Ez bi xwe jî Asûriyê Kildanî yê Kurdistanê me. Asûrî, Êzîdî û hîn gelek kêmayetiyên din li Iraqê duçarî tevkujiyan bûne ev ne karê mirovayetiyê ye. Mal, milkên û bermayê wan ê dîrokî ji alî rêxistina terorîst Daișê ve hatine wêran kirin. Xiristiyan li Iraqê neman, ji Kurdistanê pê ve ciyê penaberiyê ji wan re nemaye. Gelek lêkolînên ku di navbera 2007 û 2017an de çêbûne diyar dikin ku ev xeter berdewam e. Yên mayî divê ji alî hêzên herêmî û yên navneteweyî ve jî bên parastin. Serxwebûna Kurdistanê heviya bitenê ya me kêmayetiyan e. Cihû jî ji kevn de li Kurdistanê hene, ew jî xelkê xwecîh ên Babilê ne. Islamizekirina Iraqê ku bi Sedam dest pê kir, zirareke mezin da xiristiyan, cihû û êzîdiyan. Berzanî dibêje 'Kurdistan mala kêmayetiyan' e, li Bexdayê tiștekî wiha nayê bihîstin. Problemê Hewlêr û Bexdayê him aborî him jî civatî ne. Dewleta serbixwe ji federalîzmê bi prestîjtir e, ew dikare aștiya nav gelan misoger bike. Tirsa me ne tenê ji zilm û zorê ye, ji tunekirinê ye. Divê mafê kêmayetiyan di destûra Kurdistana serbixwe de jî bê misoger kirin..."

Rûniștina duwem ji alî Dr. Kemal Yusuf Kolo ve hate birêvebirin û tê de cîgirê serekê Zanîngeha Soranê, Dr. Nehro Zagros û rojnamevanê Amerîkî û peyamnêrê berê yê Washington Postê, Jonathan Randal axivîn.

Jonathan Randal di axavtina xwe de li ser rolê çapemeniyê di danasîna têkoșîna gelê Kurd a bi rêbrayetiya Barzaniyan de rawestiya û wiha pê de çû; "Wextê xwe çûna Kurdistanê ji bo rojnamevanan ne hêsan bû, lê Bush ev yek hêsan kir. Lê mixabin hîn jî xeter heye, doh Bextiyar Hedad hat kuștin û hevalên wî jî birîndar bûn. Çûyin ne hêsan e, lê cesaret û diqet divê. Ew dikarin tenê bi Kurdan bawer bibin, ji ber ku tenê ew jiyana xwe ji bo mêvanê xwe dixin xeterê. Gava em bi komeke rojnamevan re, piștî serî hildana salên notî çûn Kurdistanê û generalê Amerîkî çavê xwe ji helîkopterên Sedam re girt û wan jî êrîșî Kurdan kir, tevî vê îxanetê jî dîsa Barzanî em parastin û derketina me misoger kir. Kurd û medya cara pêșîn ew hinde nêzî hev dibin. Berzaniyên Mezin jî ne bi Îranê, bi Amerîkayê bawer dibû, lê mixabin wê li gor berjevendiyên Îranê hereket kir. Rojnamevana pêșîn ku li ser Kurdan û tevgera Berzanî nivîsî û wêneyên wan belav kir Dana Adams Schmidt bû, piștî wê Chris Kutschera û jina wî gelek wêne li ser wan belav kirin. Nihajî rojnamevanên wek Alan Kaval û hwd. karê me didomînin".

Dr. Nehro Zagros ji di axavtina xwe de li ser dîtna Kurdan li ser pêșeroja Iraqê rawestiya û wiha got; "Iraq bi pêș dikeve, lê têkiliyên wê û Kurdan her bi problem in. Piștî Sedam, Kurd beșdarî amadekirina destûrê bûn, ji ber ku hêviya wan ji Iraqeke demokratîk ku mafê federal ê Kurdan cibicî bike hebe. Lê mixabin wiha nebû, mafê Kurdan ê % 17ê butçeyê qet nehate dayin. Dîsa diviya rêz li mafên tercîha xelkê ser axa Kurdan a di bin destê Iraqê de ye bihata girtin, ew jî nebû. Kurd li ser gotina xwe man, lê Bexdayê sozê xwe bicîh neanî. Iraqê rêz li madeyê 140ê ê destûra xwe negirt. Pêșmerge nebûna Daișê wê Kerkuk û Hewlêr jî dagîr bikra û artêșa Iraqê nikaribû axa ku îro di bin kontrola pêșmerge de ye biparasta. Em du civatên ji hev cihê ne; em heman zimanî napeyivin, gava Iraqî ji bo gerê jî tên Kurdistanê divê cûre vizayekê bigrin, wezaretên me jî wek hev naxebitin û têkiliyên me yên bi derve re jî ne wek hev in. Kurd dixwazin pirsan bi awayekî aștiyane hel bikin, ji bo wê referandûmê dixwazin. Kurdan șerê Daișê kir û axa xwe parast, ne Iraqiyan. Iraq û Kurdistan ji hev dûr ketine, em hêvî dikin ku rêzê li tercîha Kurdan bigrin..."

chaliand-001.jpg

Rûniștina sêyem li ser "Zayend, ayîn û siyaseta civatî li Kurdistanê" bû. Civîn ji Profesor Joyce BLAU ve hate birêvebirin û tê de Dr. Nazend Begikhani, ji zanîngeha Bristolê, Dr. Basma Habib û Dr. Neșmîl Resûl ji zanîngeha Silêmaniyê, Dr Hardy Mede ji Zanîngeha Parîs a 1ê gotarên xwe pêșkêș kirin.

Dr. Nazend Begîxanî, li ser wekheviya jin û mêr di navbera reforma qanûnî, ayînî û pașverûtiya civatî de axivî. Begîxanî got, "Rêxistinên îslamîst li dijî xebata me ya ji bo mafên jinan derdikevin. Ji ber ku civata me bi salan ji gelek mafên xwe bêpar maye divê em berî têgehan zalal bikin, ku xelk ji me tê bighê. Divê em ji xelkê re bêjin șideta fizîkî, cinsî û derûnî çi ye. Weke mînak, madeyê 8ê yê Destûrê kuștina jinan li ser navê "namûs"ê qedexe dike, lê tedbîqa vî madeyî rastî gelek astengan tê. Hikûmeta Kurdistanê înisiyatîfên baș digre, li zanîngehan navendên lêkolînên zayendî vedike. Ev yek baș e, lê di pratîkê de gelek asteng derdikevin. Bi tayberî di warê kuștina li ser "namûs"ê de, ahengek di navbera wezaret û daîreyên jêrîn de tuneye. Ji aliyê din ve rêxistinên îslamîst li dijî xwendina keçan li gel xortan, konserên muzîkê, șayiyên bi dans derdikevin û dibêjin hikûmet kultura me naparêze, rê li ber çanda rojavayî vedike. Hikûmet divê qanûnan derxe cîbicîkirina wan jî bișopîne. Divê rêveberên Kurd pêșengiya wekheviya jin û mêran bikin.”

Dr. Basma Habîb li ser Civata sivîl û rolê Rêxistinên Ne Hikûmetî (RNH) yên ji bo mafên jinan têdikoșin rawestiya û wiha peyivî; “Șideta li hember jinan bi RNH ve ne girêdayî ye, lê ew di têkoșîna mafên jinan de roleke girîng dilîzin. Li dor 3 hezar rêxitin li Kurdistanê hene, em alîkariya RNH yên biyanî jî dikin. Lê dîsa jî ji % 62yê jinan duçarî șidetê dibin. Qanûnên baș derdikevin, lê karmend wan cîbicî nakin. Jinên ku nikarin problemên xwe bînin zimên çareyê gelek caran di xwekuștinê de dibînin. Oldar bawer dikin ku rêxistinên jinan wan li hemberî mêran sor dikin. Ji bo wan divê jin ji mal dernekevin, kar nekin. Kes nabêje çima jin xwe dikujin, yek xwe dikuje em li benda yeke din dimînin. Divê em sedemên șidetê ji holê rakin. Șoreșeke entelektuelî di vî warî de divê û divê em zarokên xwe ji dibistanên seretayî de û mamostayan jî di warê wekheviya jin û meran de perwerde bikin.”

Dr. Neșmîl Resûl li ser zayend, tenduristî û astengên qanûnî rawestiya û got; “Jin li Kurdistanê di jiyana siyasî û civatî de bi nisbet Iraqê aktiftir in, lê dîsa jî problem hene ku divê bên çareser kirin. Helbet șerê Daișê bi xwe re gelek problemên din jî anîn. Terorîstên Daișê bitenê șidetê nakin, kesên din jî dikin. Hin jinên ku bi zor ji destê Daișê filitî bûn, ji aliyê kesên din ve hatin taciz kirin û duçarî tecawizê bûn. Perwerdeyeke giștî divê, bi yek an du projeyan ev pirs hal nabe. Projeyeke alîkariya kêmayetiyan bitenê heye, ev têr nake. Pirsa suneta jinan heye, ev yek bi saya xebata jinan kêmbûye, lê bi tevayî ji holê ranebûye. Pirsa nexweșiyên cinsî heye, pirsa ji ber xwe birina ducaniya bêdil heye û encamên derûnî ango psikolojîk ên van probleman hene. Bi taybetî jî ev yek problemê jinên ji destê Daișê filitîne ye. Ew pir li ber xwe dikevin û xwe kêm dibînin. Ji bo wan ji dest dana bakîretiyê ku di civata me de pir girîng e, xemgîniyeke mezin e. Pirsa hev berdanê heye, pirsa dana pere ya jinên bi pere ji Daișê hatine standin heye. Jinên bi zarok vegeriyane zarokên wan ji alî civatê ve nayên qebûl kirin heye ku pirseke girîng e. Doktor û psikolog pir kêm in, jin nizanin bi kê bawer bibin û berê xwe bi kê din. Em êdî bi rihetî bahsa problemên xwe dikin, lê divê em karibin wan çareser jî bikin.”

Dr Hardy Mede li ser jinên li Parlementoyê: Mekanîzma beșdarî, çalakî û nûnerayetiyan rawestiya û wiha xeber da; “Li Kurdistanê bi saya kotayê 29 jin bûn parlementer. Wan di çarçoveya demokratîzekirina Iraqê de ev statu bi dest xist. Lê piraniya wan bê tecrûbe bûn, ji bo wê jî nikaribûn mafên xwe li ser parlamentoyê ferz bikira. Lê dîsa jî wan rolekî girîn di warê nûjenkirina qanûnên medenî de lîstin. Ev derfet ji bo wan bû tecrûbeyeke baș û bû sedema ku komeke jinên din bikevin nav siyasetê. Her wiha wan bi saya vê yekê mafê dev ji hev berdanê û qedexekirina zewaca pir jînî bidest xist...”

Rûniștina dawîn li ser “Kurdistan di qada herêmî û navneteweyî de” pêk hat. Civîn ji aliyê serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê Kendal Nezan ve hate birêvebirin û tê de Gérard Chaliand, Jeosiyasetmedar, Peter Galbraıth, Balyozê berê yê DYAyê li Xirwatîstanê û General Sîrwan Barzanî amade bûn.

dil-ber.jpg

Sîrwan Barzanî pêșî mafê axavtinê wergirt û got; “Ez ne dîplomat im, lê serxwebûn mafê me ye. Tiștekî ku em di vî warî de wenda bikin tuneye, her tim ji me re dibêjin niha ne wexta wê ye. Em azadî û aștiyê dixwazin ev weke her miletî mafê me ye jî. Ji xwe em di șer de ne, em di bin ambargoyê de ne tiștekî ku em wenda bikin tuneye. Me di 2011an de fersend ji dest da, divê em niha nedin. Me iraqeke demokratîk dixwest nebû. Cîranên me yên ereb dibêjin Rojavayî me bera hev didin, lê em dizanin ku Rojavayiyan Iraq ava kiriye. Ereb ji ber șiîtî û sunîtiyê hev qebûl nakin, ê me zimanê me, çanda me ji yê wan cuda ye, çima em ê li hêviya Ereban bin?! Wê referandûm çêbibe, wê xelk biryara xwe bide ev helwesteke demokratîk e. Ji 1000 kilometrî bêtir sînorê me bi Daișê re heye û bi saya pêșmerge em xwe ji wan diparêzin. Bi cîraên xwe re, bi her kesên din û Emerîkiyan re herî dereng heta du salên din divê em vê pirsê çareser bikin. Kêmayetiyên Kurdistanê gișt, heta Erebên sunî li welatê me penaber in. Bexda alîkariya me nake, ne mehaneya karmendan ne jî ya Pêșmerge dide. Baș e, em ê çima li bendî wan bin? Ew naxwazin, perê wan ji bo milîsên șiî heye, ji bo karmendên herêmên di bin destê Daișê de heye, lê ji bo Kurdan tuneye! Heqê me yê parastina hewayî jî li hember Bexdayê hye. Em dixwazin têkiliyên me bi Kurdên Bakur re xweș bin, lê em nikarin dev ji Tirkiyê jî berdin, ji ber ku têkiliyên me yên bi derve re di ser Tirkiyê re derbas dibin. Dewleta me hebe dê têkilî û yekîtiya me jî xurtir bike. Serxwebûn garantiya parastinê ye jî...”

Gérard Chaliand jî got; “Rast e, daxwaz meșrû ye, lê têr nake, hêzeke ku vê daxwazê li ser șirîkê xwe ferz bike divê. Gelo ev hêz heye? Cîran naxwazin, lê dinya guherî ye, ne ya berê ye. Li Ewropa ku naxwaze sînor biguharin jî sînor guherîn. Șerê Kendavê ne ji bo Kurdan bû, lê Kurdan jê îstifade kirin. Îro dewleteke Kurdan a defakto hye. Hevkariya DYA û Siûdiyê li hember îranê heye, ji referandûmê re dê xelk bêje erê, cîran dê bêjin na, pirs dimêne li ser DYAyê. Gelo wê fêda wan di vê meselê de heye yan na? Kurd ne ji ber mezhebê xwe ji ber nijada xwe tên kuștin. Ew avantajek e, heta Kurdên rojava jî dikarîn tevlî dewleta bașurê Kurdistanê bibin. Kurd vê yekê heq dikin, lê heqkirin têrê nake. Divê hêzeke mezin ku welêt biparêze hebe.

Peter Galbraıth jî got; “Pirsa serxwebûnê girîng e, min di sernivîsa pirtûka xwe de gotibû ‘Kîjan Kurd serxwebûnê naxwaze?’ Min pirtûk da Telebanî, wî jî bi aweyekî ku sernivîsa wê xwiya be danî refa paș xwe û derket pêș kamerayan. Li her derê piștî referandûmê serxwebûn hatiye. Amerîka li dijî serxwebûna welatên Yugoslavyayê bû, lê di encamê de me qebûl kir. Slovenya welatekî piçûk bû, em pêșî li hember daxwaza wê ya serxwebûnê derketin û piștî çar rojan jî me qebûl kir. Ji bo Kurdan rewș cihê ye, rewșa aborî ne li rê ye, ji xwe ji bo vê serxwebûnê dixwazin. Her çend ji alî siyasî ve bela be jî, rewș li gor welatên din baștir e. Helwesta Tirkî ne weke berê tûnd e, Bexda jî dibêje ne wexta wê ye, lê jê wê de tir tiștekî nabêje. Di vê navê de 27 welatan serxwebûna xwe ragihandin, rolê Amerîkayê di vê yekê de ne pir e. Heta li Îranê jî serekekî reformîst heye, belbî serxwebûnê qebûl bike. Kurdistan welatê herî demokratîk ê Rojhilat e, dê nexwaze ku weke Iraqê têkeve bin kontrola Îranê. Pêșmerge hêzeke wiha ye ku baweriyê dide meriv. Tirkiye dikare Kurdistanê di navbera xwe û Îranê de weke tampon bibîne. Kurdistan dikare bibe aktorê stablîteyê li herêmê. Xelk, ax, hikûmet, erd û rolekî wê yê navneteweyî heye ku dikare wê bike dewlet. Ne șert e, ku Iraq wê weke dewlet qebûl bike. Divê Kurd pragmatîk bin, bi Iraqê re li hev bikin. Helbet kesê rê nede Bexdayê ku Kurdistanê dagîr bike. Hêza Kurdan a xwe parastinê heye û ne Rûsya, ne jî Ewrûpa dê tiștekî wiha qebûl nekin.”

Kendal Nezan jî di encamê de got, “Divê em ji bo 25ê îlonê seferber bibin ku biryara serxwebûnê derkeve. Gava biryar hate dayin kerwan bi rê dikeve, li bendî kesî namîne...”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin