Ji Konferansa Parîsê peyama yekîtî û piștgiriyê

Ji Konferansa Parîsê peyama yekîtî û piștgiriyê

Enstîtuya kurdî ya Parîsê konferansek navneteweyî ya bi sernavê ‘Ji bo Kurdên Sûriyeyê pêşerojeke çawa?’, di 21ê Hezîranê de, li Koşka Luxembourgê li dar xist. Konferansa ku pispor û şarezayên doza kurdî tê de beşdar bûn, li Senatoya Fransayê pêk hat

A+A-

Konferansê saet de 14.00 de bi axavtina bixêrhatinê ya Senator Rémi Feraud dest pe kir ku tê de bal kișand ser girîngiya têkiliyên Kurdan û Franyê û dagîrkirina Efrînê ya ji alî Tirkiyeyê ve șermezar kir. Pașê bernameya konferansê ji alî serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Kendal Nezan ve hate pêkșkêș kirin û wî jî dagîrkirin, dorpêça Efrînê û « paqijî »ya etnîkî li herêmê rûreș kir. 
Konferans ji du rûniștinan pêk hat û rûniștina yekê ji alî profesora rûmetê Joyce Blau ve hate birêvebirin û tê de Allan KAVAL, ji rojnameya Le Monde, Efrîniyên li Fransayê ; Hesen Hemdoș, Eymen Şabo, Evîn Xelîl û Silêman Menan amade bûn ku șahidiyên xwe anîn zimên.
Allan Kaval di axavtina xwe de li ser rewșa Ewfrînê ya taybetî û bandora PKKê li herêmê rawestiya û bal kișand ser rolê PYDê di pêvajoya șerî de. Kaval got « Piștî șerê Kobanê, PYDê xwest herêmên Kurdistanê yên bi erebkirinê ji hev qetandî bighîne hev. Tirkiyê bi midaxeleya xwe rê li ber vê yekê girt û Erdogan bi vî awayî desthilata xwe li Tirkiyeyê jî xurtir kir. Wî ji bûyerên li Xutayê îstifade kir, handanên nijadperestên îslamî û medyaya tirkî jî rê ji destdirêjiya hêzên taybet ên artêșa tirk re xweș kir ta ku hatin dora bajêr girtin. Wê gavê bi sedhezaran xelk ji bajêr derketin ku gelek ji wan hatin birîndar kirin, kuștin, revandin û îșkence kirin. Mal û milkên wan hatin talan kirin. Daxwaza Tirkiyê ya herêma ‘ewle’ ji bo ‘paqijî’ya etnîkî ya Kurdan û Erebkirina herêmê ye.»
Ji șahidan Silêman Menan bi nexșe û îstatîstîkan rewșa Efrînê ya berî û piștî dagîrkirina Tirkiyeyê beramberî hev kir. 
Hesen Hemdoș jî got « Diya min li Efrînê ye, xwiha min tevlî zarokên xwe di bagaja otobusekê de ji Efrînê reviya. Berî dagîrkirina herêmê rewșa aborî baș bû, kargehên sabûnê, yên konserveyan hatibûn ava kirin, bazirganî geș bû, avadanî pêș ketibû, nexweșxaneyên nû hatibûn ava kirin, xizmeta tenduristiyê pêș ketibû. Sendikayên pîșeyî hebûn, xelkê baca xwe dida desthilata kurdî. Aboriya herêmê têra wê dikir û problemên ewleyiyê tunebûn. » 
Eymen Şabo jî di axavtina xwe de li ser kuștin, revandinên, talan û wêrankirina mal û goristanên xelkê li herêmê rawestiya û got; « Heta niha 5089 kes ji alî artêșa tirk û komên çekdar ên di bin kontrola wê de hatine girtin ku hin ji wan hatine revandin, j ibo kesên revandî ji 1000 ta 2000 dolarî fîdye tê xwestin. 4000 kes hîn girtî ne, 433 kes hatine kuștin, 18 kes bi îșkencê hatine kuștin, 1500 brîndar hene, 599 kesan îșkence dîtiye, 69 mal li Evfrînê bitevayî hatine șewitandin, 105 mal bi tevayî hatine wêran kirin. 1286 gorên kevn û nû hatine xera kirin. 54 dibistan û 6 gûnd ; Barava, Dêrwîş, Birkê, Basilê, Cilbirê û Şêxûrzê bûne binkeyên eskerî. 16 zindanên îșkencê hene, ji bo ava vexwarinê jî bac tê xwestin 6000 hektar erd ji bêavî hișk bûye. Daristan, 11000 darên zeytûnan hatine șewitandin. 7 Enstîtuyên hûnerî hatine girtin û berpirsên wan hatine îșkence kirin. Dêrên xiristiyanan tên bombebaran kirin, perestgeha Salomon a 1000 sal berî zayînê ji alî Tirkan ve hatiye wêran kirin. 38 dibistan hatine girtin û birêveberên wan di zindanê de ne. Erebe, traktor û heywan tên dizîn. 18 milyon darên zeytûna li herêmê hene, ku ji % 60 ta 80yê wan cîhadiyan dest danîne ser. Nasnameya tirkî li ser xelkê ferz dikin. »
Evîn Xelîl ji di axavtina xwe de bal kișand ser peymanên navdewletî yên ku tarîfa dagîrkeriyê dikin û got ; « Li gor peymanên navborî Efrîn ji alî Tirkiyeyê ve hatiye dagîr kirin. Diya min û birayê min ji ber min tên tehdîd kirin. Cîhadî bi pișgiriya tirkan zilmê li me dikin, ez mecbûr mam ku bi çarșeva reș ji Efrînê derkevim. Ez mamosteya zimanê fransî me ; disbistanan digrin û zarokên me mecbûrî qursên quranê dikin. Mizgevtên Tirkan li herderê gaziya cîhadê li hemberî Kurdan dikin. Deriyê mala me șikandin, hemû alavên me talan kirin, hete bi lîstokên zarokan, pirtûkên min dizîn. Kuçikê me kuștin… »
Rûniştina IIyê bi birêveberiya Kendal NEZAN, li ser pêșeroja Kurdan li Suriyeyê pêk hat û kesên weke Samir AÏTA, aborînas û hev-danerê Foruma demokratik a suriyeyî, Gérard CHALIAND, nivîskar û jeopolitik, Rémi FERAUD, senatorê Parisê, Patrice FRANCESCHI, nivîskar û ceribêner, Khaled ISSA, nûnerê Rojava li Fransayê, parlamenter, Jonathan RANDAL, rojnamevan beșdar bûn.
Semir Aïta hêzên biyanî yên li Sûriyeyê rexne kirin û got « Ji bo min ciyên di bin destên rejimê de di bin destê Rûsan de ye û yê di bin destê mixalefetê jî di bin destê Rojavayiyan de ye. Nifûsa Kurdan bêtir li herêma Efrînê homojen e, li herêma Cizîr û Kobanê tevlîhev e. Efrîn beriya ku Tirk têkevinê herêmeke aram bû, mazûvaniya penaber û birîndaran dikir. Li Şamê jî ji berî de taxeke Kurdan hebû, niha nifûsa wan bêtir bûye. Herêma ku Tirkan dagîr kiriye, ji alî Ewrûpiyan ve tê fînanse kirin ku penaber neçin wê derê. Tirkmenên li Sûriyeyê yên ku ji ber Mistefa Kemal reviya ne. PYD di destpêkê de weke hevalbenda rejimê dihate dîtin, ew bi serê xwe nikare herêmê ava bike û aboriya wê pêș bixe. Dadgeheke navneteweyî j ibo cîhadiyên di destê Kurdan de ne lazim e. Ew di ser Tirkiyeyê re derbas bûn û Kurd qetil kirin. » 
Patrice Franceschi, di axavtina xwe de Aïta rexne kir û wiha got ; « Em li ser daxwaza Kurdan li herêmê ne, em ne dagîrker in. Bi israra Fransayê, Amerîkî dîsa vegeriyan herêmê. Modêla heyî diviya federal bûna, lê gelek asteng hene. Kurd naxwazin careke din bikevin bin destê rejimê, ew jî dixwazin weke Kurdên bașûr xwe bixwe îdare bikin. Bi raya min jî divê pêșeroja Kurdan weke ya li bașûr be. Li herêmên weke Reqayê divê hêzên demokratîk bi hev re bixebitin, ku cîhadî bitevayî tesfiye bibin. Vekișiyana hêzên rojavayî dê bikêrî Daișê bê, Fransa ne tenê ji bo Kurdan xweseriyê dixwaze, her wiha jî ji bo hêzên demokratik jî dixwaze. Şerê genim û petrolê ji bo bêîstikar kirina Kurdan e.»
Gérard Chaliand jî rexneyên tûj li Aïta kirin û axavtina xwe wiha domand ; « Erdogan dîktatorekî welê ye ku kare bêje di hilbijartinan de mixalefetê hîle kiriye. Hete Sovyet hebû, Tirkiye çep bû. Bi saya Rûsan û Îranê Bișar bi ser ket. Trump tehdîd dike lê gavê navêje. Amerîka êrîșî Tirkiyeyê nake, lê wê heyfa xwe biria aborî j iwan bistîne. Lobiyeke Tirkan li Ewropayê, bi taybetî jî li Almanyayê heye. Têkiliyên Tirkan bi Rûsan re jî dê zêde najon. Îran ji rewșa heyî îstifade dike, Humeynî got Amerîka șeytanê mezin û Îsraîl jî yê biçûk e û bi vî awayî tesîr li milet kir. Ez bawer nakim ku șerek di navbera rojava û Îranê de derkeve. Ji ber ku mafê Kurdan weke yê herkesî heye û hevkarê me ne fêda me tê heye ku em alîkariya wan bikin. »
Jonathan Randal jî got ; « Trump û Erdogan bi telefonê peyivî ne, ne tene bahsa kirîn û frotina çekan kirine, bahsa Rojava jî kirine, berpirsên Kurd dizanin ku Amerîka hevalbenda wan e. Bașûr ev 20 sale ku ji aliyê Amerîkayê ve tê parastin. Trump berî ku bê hilbijartin got em ê ji Iraqê vekișin. Dinya ne weke berê ye, dê statukoya heyî weke xwe nemîne. PYD divê bi hêzên din ên kurd re jî bi awayekî li hev bike, ku serketin pêk bê, lê mixabin min heta niha îșareteke wiha nedîtiye. Kesek wê destûrê nede Tirkiyê ku ew dagîrkeriya xwe li herêmê bidomîne. Ez dizanim ku sempatiyeke mezin a esker û hevwelatiyên me ji Kurdan re heye, lê ev yek têr nake ku Rojava rizgar bibe. Meriv dikare di șer de biserkeve lê di siyasetê de wenda bike, tecrûba Kurdan heye divê zanibin. »
Xalid Îsa ; « Em ji %30ê axa welêt kontrol dikin, ku teqabûlî ji % 60ê aboriya Sûryeyê dike. Berî niha bi çar mehan me têkilî bi rejimê re danî ku em helekê ji meselê re bibînin û ew rewșa me ya niha weke xwe qebûl bike, lê wan qebûl nekir. Rejim panerebîzm û panîslamîzmê dixwaze, lê em ne Ereb in û ji alî dinî ve jî ne fanatîk in. Têkiliya me ya bi Tirkiyeyê re jî di ser Amerîkayê re ye. Me șerê Tirkiyeyê nekiriye, em dixwazin weke cîranê hev bimînin, lê ew bixwe vê yekê qebûl nakin. Danûstandina me bi wan re ji bo herêma ewle ye, lê bê ku pirsa Efrînê çareser bibe em bi wan re tu gavan navêjin. Projeya me ew e ku Sûriye welatekî piretnî û pirolî ye, çareseriya pirsê jî divê li ser vî esasî pêk bê. Çend rêxistinên kurd ên li ber helandinê hebûn ku me bi wan re têkilî danî, hin ji wan hatin beșdarî îdareya me bûn, bi înîsîyatîfa Fransayê danûstandinên me bi wan re jî berdewam in. Em dixwazin Daișiyên dîl ên di destê me de li Kurdistanê bên darizandin, lê divê di vî warî de rojavayî jî alîkariya me bikin, em bitenê nikarin. »
Axavtina dawîn senator Rémi Fraud kir û got ; « Pirsa kurdî pirseke navneteweyî ye, nebûna siyaseteke bihêz ya Yakîtiya Ewropayê destê Fransa yê jî lawaz dike. Bi serpûșkirina pirsa kurdî Erdogan berjevendiyên Tirkiyeyê jî dixe xeterê. Dagîrkirina Efrînê ji bo Fransayê jî șermeke. Heke em Efrînê ji Tirkan re bihêlîn pêșeroja Rojavayê Kurdistanê gișt dikeve xeterê. Ez bi xwedîlêderketina nirxên mirovayetiyê û jiyana pêkve ya Kurdan bawer im, ji ber ku ez çûm min bașûrê Kurdistanê bixwe dît. Serokkomarê me jî ji vê yekê agahdar e, lê ez weke parlamenter naxwazim ku em vê pirsê li ortê bihêlin. Me li hember Daișê hisabê xwe li ser Kurdan kir û wan jî kêmasî nexistê, îro ew jî dixwazin me weke palpișt bibînin pir normal e û mafê wan heye. Her çend Kurdistan weke giravekê dora wê girtî be jî, heke em birastî alîkariya Kurdan bikin ew dikarin îdara xwe bihatiniya axa xwe bikin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin