Ji Jinên PAKa Amedê pîrozbahiya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

Ji Jinên PAKa Amedê pîrozbahiya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

Jinên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pirozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de şehîdên jin ên doza azadiya Kurdistanê hate bibîrxistin.

A+A-

Îro 8ê Adara 2018an de li avahiya rêxistinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta Roja Jinên Cîhanê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

pak-jin-2.jpg

Di pîrozbahiya ku saet 13.00ê de destpê bû de, jinên PAKê pêşî xulekeke rêzgirtin ji bo şehîdên jin ên doza kurd û Kurdistanê yên her çar perçeyên Kurdistanê kirin. 

pak-jin-3.jpg

Piştî rêzgirtinê daxuyaniyên PAKê yên li ser Roja Jinên Cîhanê hate xwendin.

Daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Endama Komisyona Jinan a PAKê Nebahat Yılmaz ve, daxuyaniya bi Kurdî/Kurmancî jî ji hêla Endama Komisyona Jinan Rojbin Bükün ve hate xwendin.

pak-jin-4.jpg

pak-jin-5.jpg

Di daxuyaniyê de wisa hate gotin:

"8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be

Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Mixabin wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin.

Di vê roja 8ê Adarê de jî, mixabin Kurdan bi 50 milyon nifûsa xwe hîna jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe negirtine. Her çend nîvê civata Kurdistanê ji jinan pêk tê jî, jinên Kurd li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî bêpar in . Di mafên civakî, aborî, tevlîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdehiyê de jî jin tûşî neheqiyeke mezin dibin. Şer û pevçûn û qedexeyên heyî herî zêde tesîra xerab li ser jinan dike. Jin hîna jî tûşî şîdetê dibin.

Di rewşeke weha de, em dibêjin 8ê Adarê bila bibe roja bilindkirina ala azadiya jinan, bila bibe roja bilindkirina ala azadiya Kurdistanê. Îro him wek cinsiyeteke bindest , him jî wek beşeke ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî û zilmên ku em tuşî dibinê, bi rûmetî em dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.

Em wek jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn; lê beşeke ku ji wekheviyê, ji gelek mafên xwe bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hember cihêkarîyên cinsî yên bi her awayî û neheqîyan dengê xwe bilind bikin, tekoşîna bidomînin.

Divê em bizanibin ku, azadiya jinê, di dîroka mirovahiyê de her bûye mifteyek ku deriyê gelek azadiyan vekiriye. Beriya herkesî divê em jin li vê yekê agahdar bin.

Em dizanin û divê em bizanibin ku jin, helqeya ewil a hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ya kurdan. Jin pirek e di navbera duhî, îro û pêşerojê de.

Belê, azadiya jinan beşek û katalîzorek e di azadiya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî.

Em di vê hişmendiyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke birêxistin e.

Em wek jinên kurd û Kurdistanî him tuşî êrîşên dewletên serwer tên; him jî di bin zext û şîdeta mêrên ku li malên me, li kargehên me, li kolanan, li girtîgehan de ne.

Îro li Bakurê Kurdistanê di şerê ku hîna jî didome de jin, xort, zarok û bi giştî gelê Kurdistanê tûşî şîdeta Dewleta Tirk tên. Ji vî şerî herî zêde jinên Kurd zerarê dibînin. Jinên Kurd zarokên xwe, dayîkên xwe, xwişk û birayên xwe, taxên xwe, kolanên xwe û jîyana xwe ji dest didin. Êrîşên li ser nasnameya wan a cinsî û netewî her roj zêdetir dibe.

Em wekî jin, bang dikin ku li bakurê Kurdistanê şer raweste , li ser esasên siyasî û sivîl çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê were pejirandin û bi mixatabgirtina hemû partiyên kurdan pêvajoya çareseriya siyasî destpê bibe.

Jinên kurdan herdem bûne hedefa yekem a dewletên serwer. Lê jinên kurdan tu caran serê netewandine. Di hemû serhildan û şerên kurdan de cîhê xwe sitendine, berbxwe dane. Li girtîgehan de jî tûşî îşkence, muameleyên xirab hatin lê tu carî paş ve gav neavêtine.

Têkoşîna Hafsa, Besê, Gulnaz, Zarîfe Xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di têkoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine. Têkoşîna hemû xebatkarên di rêya azadiyê de, têkoşîna me ye.

Têkoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê meşandin têkoşîna me ye.

Bijî têkoşîna jinên Kurdistanê ya birêxistinî, ya ji bo wekhevî, azadî, edaletê û ji bo mafê bistatubûyîna Kurdistanê."

Dûvre jinên ku beşdarî çalakiyê bûbûn bi navê "her jinek çirokek" hest û bîr û rayên xwe anîn zimên. Pîrozbahî bi diyalogên germ meşiya û bi serkeftî bi dawî hat.

 

Rêxistina PAKa Batmanê jî bi 8ê Adarê pankartek daliqand û 8ê Adarê li hemû jinên Kurdistanê pîroz kir:

pak-jin-batman.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin