Ji HDPê bangawazî!

Ji HDPê bangawazî!

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirisgirêka kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin ser milên xwe.

A+A-

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirisgirêka kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin ser milên xwe.

(HDP) doh yekşemê 04-08-2019an li Diyarbekirê bi tevlîbûna parlementer, hevgirtî û hevserokên şaredariyan bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirisgirêka kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin. Hevserokê HDP Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê de amaje kir ku çavkaniya pirisgirêkên Tirkiyeyê niha partiya desthilatdar e; lê bo çareseriyê jî dîsa muhattap AKP ye û bang li partiyên opozîsyonê kir ku bo çareseriya pirisgirêka kurd xebatan bikin.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekir  Îmam Taşçier anî zimên ku divê êdî partiyên opozîsyonê jî tevlî pêvajoyên çareseriyê bibin.

Taşçier got:"Bo çareseriya pirisgirêka kurd berê jî gav hatin avêtin lê wê demê partiya desthilatdar tenê bû û bi  tenê gav were avêtin ev yek bi ser nakeve. Me ev dît. Ew jî xeletiyek bû. Em dixwazin partiyên muhalefete jî deste xwe têxin bin kevir. JI xwe çareseriyek çêbibe divê dewlet û desthilat tê de hebin; lê divê muhalefet jî tê de hebe."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin