JI FERMANDARÊ AMERÎKÎ YÊ EWROPAYÊ SCAPARROTTÎ DAXUYANÎYA TIRKIYÊ

JI FERMANDARÊ AMERÎKÎ YÊ EWROPAYÊ SCAPARROTTÎ DAXUYANÎYA TIRKIYÊ

Fermandarê Hêzên Ewropî yê Amerîkayê û yê Hêzên Hevpeyman ê NATOyê Curtîs Scaparrottî ragihand, heke Tirkiyê ji Rûsyayê S-400an bikire divê sîstema F35an nedine wê.

A+A-

Scaparrottî got digel egera ku S-400an di nav sîstema NATOyê de kar neke, herwiha bo F35an jî rîskekê ye.

Scarparrottî amaje bi vê yekê jî kir ku heke Tirkîye S-400an bikire û di nav xaka xwe de bicîh bike, di serî de ev, ji bo xebatên hevbeş, pirsgirêkek e ku ev sîstem ne dikare bi sîstemên NATOyê re bixebite ne jî sîstemên moşekî yê pê re dikare bixebite. Pirsgirêka duyem li ser F-35an e. S-400an di serî de bo F35an û herwiha hemû bo hemû sîstemaên me yên asîmanî re pirgirêkek e û got: "Weke leşkerî, peşnîyara min ev e ku, divê em hevkarekê ku sîstemên Rûsî, bi taybetî sîstemên asîmanî yên Rûsî dixebitîne karê F35an temam nekin, F35an nefrrînin û nexebitin."

Generalê Amerîkî herwiha anî zimên ku dê biryareke girîng be bo Tirkiyê, yek ji van sîstemên S-400 û F35an bibijêre û hêvî ev e ku li serê bifikire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin