Ji Emerîka û Rûsyayê li ser Îranê daxuyanî

Ji Emerîka û Rûsyayê li ser Îranê daxuyanî

Serokê Emerîkayê Donald Trump li ser xwepêşandanê li Îranê got: 'dema guherînê ye' Li aliyekî din jî Rûsya jî got: 'Destwerdana ji derve nayê qebûlkirin'

A+A-

Li îranê xwepêşandan di roja 5emîn de didomin. Di roja 5an de xwepêşandan  li 63 cihan belav bûne û heta niha 18 kes hatine kuştin hinekan jî birîndar bûn. Her wiha hate ragihandin heta niha 300 kes hatine girtin. 

 

Trump: Dema Guherînê ye

Serokê DYA'yê Donald Trump ji bo çalakiyên li Îranê li ser hesaba xwe ya twîtterê got: "Gelê îranê birçiyên xwarin û azadiyê ye. Ligel mafên mirovan, dewlemendiya Îraniyan jî hate talankirin. Dema guherînê ye."

 

Trumpî got, "Îran li gel wê rêkeftina kambax a bi birêveberiya Obamayî re kiriye re jî, di her qadê de têk diçe Ev çend sal in, gelê Îranê yê mezin di bin fişarê de ye. Birçiyên xwarin û azadiyê ne. Li gel mafên mirovan, dewlementiya îraniyan jî hat talankirin. Dema guherînê ye."

 

Rûsya: Destwerdana ji derve nayên qebûlkirin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew naxwazin protestoyên li Îranê bi tundî û xwînrijandinê berdewam bikin û derbirî ku destwerdana ji derve nayê qebûlkirin.

 

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku protestoyên li Îranê, ku ketine roja 5an, meseleyeke navxweyî ye.

 

Wezaretê dest nîşan kir ku ew naxwazin bûyer bi tundî û xwînrijandinê berdewam bikin û ev tişt anîn ziman, "Destwerdanên ji derve yên dê rewşa welêt bêîstiqrar bikin, nayên qebûlkirin."

Îsraîl: Em hêvî dikin aktivîstên îranî têkoşîna azadî û demokrasiyê qezenç bikin

 

Li aliyekî din li ser xwepêşandanên li dijî dîktatoriya Îranê daxuyaniyek ji Îsraîlê jî hat. Wezîrê îstîxbarat û Ragihandinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ji radyoyeke Israîlê re axivî û wiha got: Em tevlî meseleyên Îranê nabin, lê em dixwazin gelê îranê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi ser kevin.

Wezîrê israîlî axaftina xwe wiha domand: Heke gelê Îranê têkoşîna xwe qezenç bike, xeteraya ji bo Israîl û tevahiya herêmê dê ji holê rabe.

Katz di axaftina xwe de got, ji bo Israîlê, prênsîpek e ku tevlî mesleyên dewletên sêyem nebe. Ji ber vê jî berevajî Serok Trump, em daxwaza berdewamiya xwepêşandanan nakin. Helwesta Serok Trump ya li hember nukleerê û gefên aborî yên li ser Tahranê, bê gûman li ser rewşa navxweyî jî bandordarekê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin