• Diyarbakır 7 °C
  • Batman 7 °C
  • Hakkari 2 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı 2 °C

Ji Emerîka bo Bexda: Balafirgehên Kurdistanê Vekin!

Ji Emerîka bo Bexda: Balafirgehên Kurdistanê Vekin!
Di birîfînga rojane de Berdevka Wezareta Derve ya Emerîkayê Heather Nauert got; "Em dixwazin di navbera herdu aliyan de diyalog hebe û ji bo jinûvevekirina balafirgehan fişarên me li ser Bexda didome."

Nauert tekez kir, ku ewê fişarê li ser Bexdayê bikin da ku balafirgehên Herêma Kurdistanê veke.

Heather Nauert, derbarê diyarkirina şandiyekî ji bo gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand: “Bêguman ew hizir gihiştiye me, ku em şandiyekê taybet destnîşan bikin. Lê bi baweriya me ev pirsgirêkeke navxweyî ye û divê li navxwe çareser bikin.  Di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar li ser bê kirin. Em hest nakin ku pêwîstî bi navbeynkariya Amerîkayê hebe, yan pêgeyekê nû biavêjin. Ji nêzîk ve peywendiyên me li gel Kurd û her wiha hikûmeta Iraqê hene, em bi berdewamî ji bo dest pê kirina gotûbêjan hêsankariyan dikin.”

 

Tê dîtin van rojên dawîn, di serî de DYA û welatên Rojavayî, berê xwe didin Kurdistanê. Her wiha Balkêş e ev fişara Emerîka li ser Bexdayê piştî rexneya Hikûmeta Kurdistanê li ser girtina balafirgehan ku gotibûn ‘derveyî mirovahiyê ye’ hat.

(nerinaazad)

Ev nûçe 527 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din