Ji Efrînê Heta Xorsanê Folklor

Ji Efrînê Heta Xorsanê Folklor

.

A+A-

Ferhat Yaşar/gazeteduvar.com

Folklor ji bo gelan cihekî pir girîng digire. Lê folklora kurdan ji ber bêdewletbûnê ve hinek hatin dizîn, hinek winda bûn, hinek jî hîn nehatiye berhevkirin. Weşanên Wardozê jî li ser folklora kurdan xebatan dike. Avakar û edîtorê weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran, dide zanîn ku; “Di vê serdema dijîtal da mixabin wekî gelek hêmanên folklorîk, lîstik ji meydanê radibin”

 Weşanên Wardozê, di sala 2017an da li Amedê hat avakirin. Weşanxaneyê, bala xwe daye ser folklora kurdan, heta niha li ser folklorê çar set û bi giştî 30 pirtûk çap kirine. Weşanxane, xwe tenê bi folklorê sînordar nake. Herweha di warên wekî dîrok, ziman û edebîyatê da jî 9 pirtûk, bi giştî 39 pirtûk çap kirine. Hem di warê folklorê da hem di warê edebîyatê da gelek pirtûkên wan jî li ber çapê ne.

Wardoz, peyveka koçeran e, koçer wextê diçin zozanan û piştî wextekî warê wan dibe porang û ji xwe ra li mêrgên din li warên din digerin. Kesê ku diçe li warekî nû digere, warekî nû dibîne, ji wî/ê kesî ra 'wardoz' dibêjin.

Malbata Celîlan, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl bi salan e li ser folklora kurdî dixebitin û berhevkarîyê dikin. Heta niha weşanxaneya Wardozê 11 pirtûkên vê malbatê çap kirine û hin pirtûkên wan ên din jî li ber çapê ne.

Yek ji avakar û edîtorê weşanxaneyê Bahoz Baran, ku bi salan e li ser zimanî dixebite û karê wî yê sereke çîroknûsî ye, barê edîtorî û redaktorîyê a weşanxaneyê daye ser milên xwe. Avakarên Wardozê Mem Mukrîyanî û Mehpûs Serhedî jî bi awayekî çalak karê folklor û berhevkarîyê dikin

ZARGUL (SÊ GULÊN ZARGOTINA KURDAN)

'Zargul' navê seta Wardozê ya herî dawî ye. Set, ji sê pirtûkan pêk tê, pirtûka ewil 'Dewrêşê Evdî' destaneka gelêrî û netewî ye. Malbata Celîlan, vî awayê destanê yê herî dirêj û kamil di sala 1985an da li Efrînê, ji devê Ehmedê Nasirê Şemê qeyd dike. Destan ji 144 rûpelan pêk tê.

Ji pirtûkê:

“Dilê min î li yan e,

Hiş û aqil di serê wî da nemane,

Evdî vegerya cimeta mêran e,

Deng lê kire çil egîtî şerqîyan e,

Xatir xast ji paşaê milan e,

Û pişta xa dan konê paşaê milan e,

Berê xa dan mal û xudîyan e.”

GOTINÊN PÊŞÎYAN JI XORASANÊ

Çend sed sal berê, berê kurdan didin sirgûnê, wan dibin di Xorasanê ra derdixin. Yek ji xebata balkêş ya vê setê Gotinên Pêşîyan yên ji Xorasanê ne. Di vê pirtûkê da nêzî 2 hezar gotinên pêşîyan yên Xorasanê tevî maneyên xwe hatine dayîn. Gulê Şadkam li Xorasanê dijî, lêkolîner û folklorîst e, bi salan li nava gelî, li nava koçeran gerîyaye û gelek çîrok, mesele û gotin yek bi yek qeyd kirine. Pirtûk ji 176 rûpelan pêk tê.

Hin nimûne:

“Eql û mal birê hev in!”

“Çavê kûr, kil meke!”

“Haft carê endaze ke, carê bibir!”

“Endîşe bixe, hemîşe bixe.”

LÎSTIKÊN GUNDÊ TIZYANÊ

Avakar û edîtorê weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran, dibêje ku di vê serdema dijîtal da mixabin wekî gelek hêmanên folklorîk, lîstik ji meydanê radibin. Lîstikên kurdan di platformên dîjîtal da jî xuya nakin. Di vê setê da pirtûkek jî li ser lîstikan e. Di vê pirtûkê da Mem Mukrîyanî ji biçûkan heta mezinan 76 lîstikên gundê xwe, Tizyanê bi şêwra gelek kesan û bi rêgez û qayîde yek bi yek, xal bi xal nivîsîne, ji bo gelek lîstikan wêne hatine xêzkirin. Beqlê, Çingildas, Çirê, Devê gur, Hingulîsk, Kab, Malek tê tê, Qevzê û Xirak hin ji wan lîstikan in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin