Ji du saziyên Kurdî: Anîmasyona 'Kurdî Hilbijêre'

Ji du saziyên Kurdî: Anîmasyona 'Kurdî Hilbijêre'

.

A+A-

Însyatîfa Mamostayên Kurdî û Komeleya Mamostayên Kurd li Swêdê li ser çawaniya hilbijartina dersa zimanê Kurdî anîmasyonek amade kirine

Her diçe pirştgiriya kampanya zimanê Kurdî hilbijêre zêde dibe. Heta niha gelek saziyên civaka sivîl û partiyên Kurdistanî jî piştgirî dane vê kampanyayê.

Însyatîfa Mamostayên Kurdî û Komeleya Mamostayên Kurd li Swêdê li ser çawaniya hilbijartina dersa zimanê Kurdî anîmasyonek amade kirine û belav kirine, ew jî bi vî awayî piştgiriyê didin vê kampanyayê.

Di anîmasyonê de ku ji bo sala 2021-2022 hatiye amadekirin, tê nîşandan ka xwendekar û malbatên wan bi çi awayî dikarin forma daxwaza xwe ya hilbijartina zimanê Kurdî bi zaraveyên Zazakî û Kurmancî destnîşan bikin û hilbijêrin.

Anîmasyonê bi dirûşma Kurdî mafê we ye, li mafê xwe xwedî derkeve bi dawî dibe.

Li gor biryarnameya dersa bijarte ya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8 ên dibistanên navîn dikarin dersa bijarte hilbijêrin.

Îsal pêvajoya hilbijartina dersên bijarte bê agahdariyên fermî yên wezaretê dest pê kir û ti daxuyaniyeke fermî derbarê wê de nehatiye dayîn, lewra jî xelk dereng pê hesiyan. Herwiha ew yek bû sedem ku îsal kampîna ji bo dersa Kurdî jî li gor par dereng bimîne.

Egîtîm-Bîr Senê ragihandibû ku dema serlêdanên dersa bijarte 20ê Çileya 2023an bi dawî dibe, lewma ev çend rojên mane jibo kesên dersa Kurdî hildibijêrin giring e. Egîtîm-Bîr Senê herwiha bang li Wezareta Perwerdeya Tirkiyê kir ku dema serlêdana ji bo dersên bijarte dirêj bike.

Ji bo di sala xwendinê ya 2023-2024an de li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê di dersa bijarte de xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin HEZKURDê kampanyayek da destpêkirin.

HEZKURD ji hemû Kurdan daxwaz dike di dersa bijarte de zimanê Kurdî hilbijêrin.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin