Ji Demirtaşî li ser îdiayan daxuyanî

Ji Demirtaşî li ser îdiayan daxuyanî

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê ku girtî tê darizandin bi rêya parêzerên xwe diyar kir ku hin îfadeyên wî yên li ser Ocalan bi zanebûn tên berovajîkirin.

A+A-

Selahattin Demirtaş li ser îfadeyên wî yên ku di çapemeniyê de cih girtin û amajê pê dihat kirin ku ji ‘Ocalan talimat stendiye' axivî û got, "Birêz Ocalan tu wext ne bi min re ne bi partiya min re neketiye nava têkiliyekê ku talîmatan bide lê hikûmet hewil dide hin nirxandinên brêz Ocalan weke talîmat pêşkêş bike."

Demirtaş bi rêya parêzerên xwe ev daxuyanî da:

"Di doza ku li Enqereyê hat dîtin, di hin saziyên çapemeniyê de dibînim ku hin nirxandinên min hatine berovajîkirin. Ji bo ku mijar were famkirin dubare dikim;Birêz Ocalan tu wext ne bimin re ne bi partiya min re neketiye nava têkiliyekê ku talîmatan bide. Lê hikûmet hewil dide hin nirxandinên brêz Ocalan weke talimat pêşkêş dike. Hikûmet dixwaze pêvajoya Çareseriyê ya Imraliyê weke zext û alaveke şantajê bikar bîne. Ne Brêz Ocalan ne jî me serî netewand. Bi van daxuyaniyan armanca min ne ew e ku rojeveke spekulatîf çêkim, armanca min ew e ku bersiv bidime van îdiayan."

Îfadeyên ku min di danişînê dan sedî sed rast in. Ji bo ku ne samîmiyeta hikûmetê di dema pêvajoya çareseriyê de were famkirin dixwazim ku ev bên zanîn."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin