"Ji dayikbûnê heta mirinê xewna hemû kurdan serxwebûn e!"

"Ji dayikbûnê heta mirinê xewna hemû kurdan serxwebûn e!"

Sekreterê PSDK Mihemed Hecî Mehmûd ku endamê şandê bû, di hevpeyvînekî de ji Rûdawê re axivî û derbarê naveroka serdanê de agahiyên nû dan.

A+A-

Sekreterê Giştî yê PSDKê Hecî Mehmûd ragihand, “Barzanî ji Ebadî re got; em miletekî cuda ne. Dibe dîrokek me yê hevbeş hebe. Lê mafê 6 milyon kurdên Başûrê Kurdistanê ye ku serbixwe bijîn. Hemû kurd, ji dayikbûnê heya mirinê bi vê xewnê dijîn.”

Amerîka bi awayekî taybetî piştgirî da serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê. Firokeyekî taybet ê Amerîkayê şand gihande Bexdayê û li wir jî 3 helîkopteran parastina şandê dikir.

Piştî derbasbûna 3 salan, roja 29ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandekî bilind ê diyasî yê Herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê. Di civînên Serok Barzanî yên li gel berpirsên Bexdayê de, behsa damezrandina dewleta kurdî hate kirin ku beriya niha Bexdayê bi fermî rê nedida gotûbêja ser vê mijarê.

Civîna beriya serdana Bexdayê

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd ku endamê şandê bû, di hevpeyvînekî de ji Rûdawê re axivî û derbarê naveroka serdanê de agahiyên nû dan.

Hecî Mehmûd got, “Rojek beriya serdanê, li Pîrmamê me ligel cenabê Serok Barzanî civîneke 3 saetî kir da ku bizanin li Bexdayê çi bikin, çi bêjin.  Serok Barzanî ji me re got, ku Ebadî 3 caran telefona wî kiriye û bi taybet ew vexwendine Bexdayê.”

Mihemedê Hecî Mehmûd diyar kir ku wan 4 xal destnîşan kirine û ew jî serxwebûna Kurdistanê, meaş û bûdce, mijara petrolê û şerê DAIŞê bûne û wiha axivî:

“Me ji cenabê Serok Barzanî re got, van 4 xalan binivîse û di cîvîna Ebadî de li ser biaxive.”

Elî Bapîr qebûl nekir

Di civîna endamên şandê hatine destnîşankirin. Bi razîbûna Barzanî daxwaz ji Sekreterê Komela Îslamî Elî Bapîr kirine ku bibe endamê şandê.

Bi gotina Hecî Mehmûd, Sekreterê Yekgirtûya Îslamî ligel Elî Bapîr axiviye û ew vexwendiye şandê. Lê Elî Bapir nexwestiye di şandê de cîh bigre û ji Bahadîn re jî gotiye, “tu jî neçe Bexdayê.”

Sekreterê Giştî yê PSDKê got, “Ji bilî PDKê hemû partiyan digotin divê herin Bexdayê û pirsgirêkên xwe bi diyalog çareser bikin. Lê niha dema PDK bang dike bo Bexdayê, ew helwesteke berovajî nîşan didin.”

Elî Bapîr jî derbarê neçûna xwe ya Bexdayê daxuyaniyek belav kir û got, “Di nava xwe de pirsgirêkên me gelek in, nabe em herin Bexdayê. Heta Herêma Kurdistanê rewşa xwe asyî neke, aliyên din jî guh nadin me.”

Rexneyên li ser pêkhatina şandê

Herî zêde nûnerên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) di şandê de cîh digirtin. Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar, Berpirsê Hêzên 70 yê Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa di şandê de bûn.

Hacî Mehmûd diyar kir ku YNK bi herdu baskên xwe ve di nava siyaseta Kurdistanê de xwedan bandor e, lewma beşdarbûna her endamekî jî pir giring e.

Tevgera Goran û Komela Îslamî pêkhatina şandê rexne kirin û ragihandin ku “şand hizbî ye.” Herwiha YNK û Yekgirtûya Îslamî rexne kirin ku ligel Mesûd Barzanî çûne Bexdayê.

Mihemedê Hecî Mehmûd derbarê vê mijarê de jî got, “Omaba ev 8 sal in bi cudabûna ji sedî 1.2ê dengan, serokê Amerîkayê ye. Şanda Kurdistanê nûnertiya zêdetirî ji sedî 70ê gelê kurd dike. Çima qebûl nakin?”

Hecî Mehmûd daxuyand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya Bedayê de gotiye, li Bexdayê hinek alî hene ku naxwazin Hewlêr û Bexda nêzîkê hev bin û wiha axivî:

“Li Herêma Kurdistanê jî heman awayî hinek alî li dijî serdana Barzanî ya Bexdayê ne. Ji ber çi?”

Ji Ebadî re çi hate gotin?

Şanda Herêma Kurdistanê rojekî li Bexdayê ma. Bi gotina Mihemed Hecî Mehmûd şandê di nava wê rojê de 11 civîn pêkanîn. Heman rojê de Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê Amar Hekîm re jî hevdîtinên dualî kir.

Hecî Mehmûd ragihand, “Barzanî di civînê de ji Ebadî û ji aliyê Şîe re bi berfirehî behsa mafê serxwebûna Kurdistanê kir. Barzanî ji wan re got; em miletekî cuda ne. Dibe dîrokek me yê hevbeş hebe. Lê mafê 6 milyon kurdên Başûrê Kurdistanê ye ku serbixwe bijîn. Hemû kurd, ji dayikbûnê heya mirinê bi vê xewnê re dijîn.”

Beriya serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê, roja 4ê Îlonê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû.

Sekreterê Giştî yê PSDKê dibêje, “Di wê serdanê de jî Nêçîrvan Barzanî behsa mafê serxwebûnê kiribû. Şîeyan ev yek normal dîtibûn.”

Dibe konfederalîzm be

Di civîna ligel aliyên siyasî yên Iraqê de Serokê Herêma Kurdistanê rexne li rêveberiya Bexdayê girt ku ev 3 sal in ji aliyê darayî ve Herêma Kurdistanê ceza dikin. Li gorî gotina Hecî Mehmûd , “Kurdan şîrikiya ligel Bexdayê hilbijart lê Bexdayê bi birîna meaşên xwendekar, mamosta, karmend û pêşmergeyan, pêwîstiyên vê şîrîkatiyê pêk neanî.”

Mihemedê Hecî Mehmûd helwesta Ebadî û aliyên Şîe yên li hember daxwaza serxwebûnê eşker ekir û got;

“Deriyê we vekiriye. Du rêyên we hene. Rêyek ew e ku em weke berî bi hev re bin, rêya duwem jî serxwebûn e.”

Hecî Mehmûd da zanîn ku di mijara çarenivîsa Herêma Kurdistanê de dê Hewlêr jî û Bexda jî projeyekî amade bikin û paşî liser vê yekê bê axaftin. Bi nêrîna navborî dibe di hevbeşiya herdu projeyan de ji bo herdu aliyan bijardeya konfederalîzmê derbikeve.

Amerîkayê ji esmanan diparast

Amerîka piştgirî da serdna şandê ya ji bo Bexdayê. Hatin û çûna şandê liser hisabê Amerîkayê bû.

Mihemed Hecî Mehmûd dibêje, “Şand bi firokeya taybetî ya Amerîkayê çû Bexdayê û bi wê firokeyê jî vegeriya. Li Bexdayê jî helîkopterên Amerîkî parastina şandê dikir.”

Du berpirs nehatine dîtin

Sekreterê Giştî yê PSDKê daxuyand ku şandê ligel Nûrî Malîkî û Selîm Cubûrî hevdîtin nekiriye.

Bi gotina navborî, Serokê Civata Bilind a Îslamî Amar Hekîm bi germî pêşwaziya şandê kiriye û ew weke “mûbarek” binav kirine. Lê şandê ligel berpirseke şîe û yekê sûnnî, hevdîtin nekiriye.

Ew kes jî Nûrî Malîkî ye ku weke berpirsê birîna meaşên xelkê Kurdistanê tê nasîn  û yê duwem jî Selîm Cibûrî ye ku, dema şîeyan xwestin wî ji kar biavêjin kurdan bi hemû hêza xwe ve piştgirî danê, lê wî ji kar dûrxistina wezîrê kurd Huşyar Zêbarî xiste dengdanê.

Mijara Mûsilê

Mijareke giring ê civînên şandê ligel berpirsên Bexdayê, mijara Mûsilê bûye. Di vê mijarê de Bexdayê daxwaz ji Barzanî hebûne.

Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd dibêje, “Bexdayê daxwaz ji Barzanî kir ku rê ji bo Artêşa Iraqê veke da ku bi rêya herêmên di bin kontrola pêşmerge re derbasî Mûsilê bibin. Barzanî jî razî bû. Mercê Barzanî jî ew bû ku dê pêşmerge navçeyên kurdî rizgar bike ku heta cadeya 100 metrî ya Mûsilê dirêj dibe.”

Bi gotina Hecî Mehmûd, aliyên şîe û sunnî ji Barzanî daxwaz kirine ku ji bo hemahengiyê sê mehan carekî serdana Bexdayê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin