Ji dagirkerê welatê xwe “îtîbar” xwestin xeflet e!

Ji dagirkerê welatê xwe “îtîbar” xwestin xeflet e!

Ji dagirkerê welatê xwe “îtîbar” xwestin xeflet e!

A+A-

Sabahattin Korkmaz

Îro 91. salvegera bidardakirina Şêx Seîd û hevalên wî; rêberên serhildana 1925an e. Piştî damezrandina Komara Tirkîyê ya li ser red û înkara miletê kurd, ji her hêlê de serhildan û îtirazên kurdan dest pê kir.

Belê weke her çar kurd dîsa hatibûn xapandin û ji gelek tiştan re dereng mabûn. Fersendên berî çend salan bi temamî welgerîyabûn dezawantajan.

Bi damezrandina dewletê, Komara Tirk awantajên mezin bi dest ve anî. 

Dewletbûn tiştekî wisa ye; awantaja herî mezin e! Bêdewletbûn hakeza; tunebûn e!

91 sal piştî serhildanê hin partîyên kurdan (daxuyanîya Hak-Parê-Rûpela Nû) rabûne destê xwe li ber dewleta dagirker vedikin û bi awayekî sitûxwar daxwaza îadekirina “îtîbara” Şêx Seîd û hevalên wî dikin.

Fedî ye! Guneh e!

Ma mirov ji dijmin û dagirkerê welatê xwe îtîbar û rûmetê dixwaze?

Ew ji berî xwe de sûc û gunehê xwe qebûl bikin û uzrê xwe bixwazin, marîfetek tê de heye. Belê alîye mexdûr, mezlûm û xwedanê heq çawa vî tiştî dixwaz e?

Kes ji kesî re dibêje “hurmetê nişanî min bide”!

Di krîterên edebê, nefspiçûkahî û esaletê de tiştekî weha heye gelo?

Cangorîyên azadîya miletên xwe, li her dera dinyayê bi rûmet û îtîbar in!

Li vê dinyayê rûmet û îtîbara herî payebilind, di rêya azadîya miletê xwe de li dijî zulm û neheqîyê derketin û di wê oxirê de bedêl dayîn e!

Şêx Seîd û hevalên xwe li dijî dagirkeran derketin. Ji bo azadîya miletê xwe serê xwe dan.

Ji vê rûmet û îtîbarê mezintir tiştekî din heye?!

Ji dagirker û qatilên bav û kalên xwe rûmet û îtîbar xwestin, ne rast e! Rûmet û îtîbar bi vî awayî nayê dayîn.

Helbet em dikarin doza gorên mezinên xwe li dewletê bikin, heta li dewletê daweyên tazmînatê vekin. Heta gilîyê dewletê li rêxistinên navdewletî bikin. Meselê bibin qada navdewletî û doza dadgehkirina dewletê ya li ber Mahkema Cezayê ya Navdewletî bikin.

Ev tev perçeyeke ji têkoşîna azadîyê ye.

Lê qet û qet ne rast e ku em ji dewletê  îtîbar û rûmeta şehîdên doza azadîya miletê xwe bixwazin.

Bi vê wesîleyê dixwazim tiştekî din jî bibêjim:

Heger alîyên sîyasî yên kurdan piştî 91 salî nikaribin bi bernameyeke muşterek bi hev re, mezinên xwe bi bîr bînin, hema bila li ber dîwaran rûnên û xwelîyê bi serê xwe da kin!

Şêx Seîd û hemû cangorîyên azadîya Kurdistanê rûmeta miletê me ne.

Em bi wan hene û serbilind in!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin