“Ji bona li ser berfê neşemite leşker ketine milen wî”

“Ji bona li ser berfê neşemite leşker ketine milen wî”

Vî rismê hevşaredarê bajarê Mêrdînê Ahmed Turk gava di medyayê de hatibû belavkirin reaksîyon peyda kiribû

A+A-

Vî rismê Hevşaredarê bajarê Mêrdînê Ahmed Turk gava di medyayê de hatibû belavkirin bi taybet jî di medyaya sosyal de bibû sedema wê yekê ku li hember dewleta Tirk reaksîyonek peyda kiribû û di şexsê wî de kurd marûzê heqaretê dibûn û rûyê dewleta Tirk a ceberuut dida xuyanîkirin.

Lê piştî ji girtîgeha Elezîzê hatîye berdan Mahmud Oral muhabirê rojnameya Tirk a Cumhurîyetê di 4ê Sibatê de bi Ahmed Tirk re hevpeyvînek kiriye; li ser pirsa wî ka li girtîgehê li hemberî wî miameleya xerab hatîye kirin ya na; Ahmed Turk gotîye li girtîgehê  li hember wî miameleya xerab nekirine lê hinek mehdûdî hebûye. Wexta li Elezîzê di girtîhehê de bûye ji ber nexweşîyê leşker wî birine nexweşxaneyê li hember wî nazik bûne û gotîye li erdê berf hebû ji bo ku ew li ser berfê neşemîte û nekeve leşker ketine milên wî.

Ahmed Turk dema di girtîgehê de bû jî li ser pirsekê ka tendurîstîya wî çawa ne, gotibû; tendurîstîya Tirkiyê ji ya wî girîngtir e.

Ahmed Turk di 17ê Mijdara 2017ê de ji şaradarîyê hatibû dûrxistin; di 24ê Mijdarê de hatibû tewqîfkirin û 72 rojan di girtîgeha Silîvrî û Elezîzê de mabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin