'JI BO ZAROKÊN XWE...'

'JI BO ZAROKÊN XWE...'

Li Amedê, dayika 3 zarokan Guzel Avînç 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye. Avînç, got ew dixwaze ji bo zarokên xwe bijî.

A+A-

Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê, her du gurçikên dayika 3 zarokan Guzel Avînê a 32 salî xera bûne. Ji ber vê Avnîç, bi diyalîzê tedawî dibe û 2 sal in li benda neqilkirina gurçikan e. 
 
Her wiha 8 sal in hevjînê Avînçê ji ber dozeke edlî girtiye. 
 
'JI BO ZAROKÊN XWE...
 
Avînç, bilêv kir ku 8 sal in hevjînê wê di Girtîgeha Amedê de ye û ji ber vê ew debara zarokên xwe dike û heta niha kesî alîkariya wê nekiriye. Avînç, diyar kir ku tenê ji bo zarokên xwe doza alîkariyê dike û dixwaze bijî. 
 
‘JI BO GURÇIKÊ BIBÎNE FIRAR KIR' 

 
Avînç, destnîşan kir ku ew doza pere û mal û milk nake, tenê dixwaze gurçikên wê hebin û got: "Hevjînê min ji bo min du caran firar kir û hewl da gurçikekê peyda bike. Ji girtîgeha vekirî firar kiribû. Lê piştî hat zevtkirin wî xisting irtîgeha girtî." 
 
Avînç, anî ziman ku eger gurçik bê neqilkirin wê baş bibe, lê belê ji ber heta niah gurçik nehatiye dîtin tim dermana bi kar tîne û ji ber vê hin nexweşînên din jî lê peyda bûne. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin