Ji bo 'propagandeya terorê' kirine, ciwanên Tevgerê ceza xwarin

Ji bo 'propagandeya terorê' kirine, ciwanên Tevgerê ceza xwarin

Mahkemeyeka Amedê bi hinceta 'propagandaya rêxistina terorîst kirine' salek û 3 meh cezayê hepisê dane endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê .

A+A-

Mahkemeyeka Amedê bi hinceta 'propagandaya rêxistina terorîst kirine' salek û 3 meh cezayê hepisê dane endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê .

Li gor îdianameya Dozgerîya Komarê ya Diyarbekirê Tevgera Ciwanên Kurdistanê di 28.01.2015ê de bi hinceta avakirina Kantonên li Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyeka çapemenî daye û li gor rapora polisan 30 kes bêşdarê cıvina daxuyanîyê bûne û di mahkemeya ku 14 Sibatê de çêbûye salek û sê meh cezayê hepisê dane  wan.

Di vî warî de Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyanîyêkê belav kiriye û dibêje;  "Piştî çalakiya Kobanî di derbarê çend hevalên me de di 06.04.2016an de ji aliyê dozgeriya Dîyarbekir doz hate vekirin. Hinceta dozê ew bû ku me di wê çalakiyê de propagandaya PKKê kiriye. Ji wê çaxê ve doza hevalên me didomiya. Û di 14.02.2017 mehkemeya dawîyê çêbû û bi hinceta propagandaya PKKê salek û sê meh cezaya zindanê dan hevalên me."

"Em wek Tevgerê ji wextê ku dest bi kar û xebatan kiriye heta niha tim bi hişmendiya Kurdistanî tevgeriyane û me di hemû çalaki, daxuyanî, nivîs û xebatên xwe de mafê dewletbûnê ji xwe re kiriye bingeh. Ji ber vê yekê jî em û PKK bi fikrî tim zidî hevudû bûn û niha jî were ye. Ji ber ku PKK li dijî dewletbûnê ye û em jî parastina dewletbûnê dikin tu xaleke ku me nêzî hev bike nebûye. Ev cudabûna me ji serî ve xuyaye û ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn. Ji xwe ji dirûşmeyên me jî ev cudabûn xuyaye. Bi ser vê yekê dîsa jî Cigirê Sekreterê Tevgerê Roger Çager û endamê Tevgerê Welat Dijwar bi hinceta propagandaya PKKê salek û sê meh ceza xwarin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin