"Ji bo navê wî BARZANÎ ye ji kar hatîye dûrxistin"

"Ji bo navê wî BARZANÎ ye ji kar hatîye dûrxistin"

"Li gorî nêrîna Mehmet Barzanî Kumaraslan, sedemên avêtina wî ya ji kar navê wî û endambûna wî ya Egitim-Senê ye."

A+A-

Mamosteyek kurd yê bi navê Mehmet Barzanî Kumaraslan, mamosteyê dibistana seretayî, beriya ku 6 meh ji teqawitbûyîna wî maye bi biryarnameyên di hiqmê qanûnê (KHK) de ji kar hate derxistin. Kumararslan dibêje: "Li gorî nêrîna min, sedemên vê avêtinê navê min û endambûna min ya Egitim-Senê ye."

Kumaraslan diyar dike ku di karê xwe de ew tu carî rastî problemekê nehatiye. Li dijî vê yekê, ji ber ku di karê xwe de serkeftî ye gelek caran bi xelatên cuda cuda hatiye pîrozkirin.  Lê bi jikarderxistina wî ya di KHKê de jiyana wî jî tevlihev bûye.

'PASAPORTA MIN BETAL KIRIN'

Mamoste Barzanî Kumaraslan ku ji Wêranşara navçeya Rihayê ye û li bajarê Mêrsînê di dibistanekê de mamostetiya polên seretayî dike, di çarçoveya KHKê ya Lijneya Wezîran a Tirkiyê de ji nişka ve ji kar hate avêtin.  Bi vî awayî hem keda Kumararslan a salan berhewa çûye hem jî hêviyên xwe yên pêşerojê ji dest daye ku 6 meh ji bo teqawitbûyîna wî mabû.

Kumaraslan derbarê vê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re got: "Tevli lîsansa min a mamostetiyê pasaporta min jî betal bûye.  Heke ev der dewleta hiquqê be, ev avêtin ne tevgerek rast e û li dijî hiquqê ye."

Di rojên dawiyê de sedan mamosteyên dibistanên cur be cûr  bi hinceta ‘metirsiya li dijî ewlehiya neteweyî' ji kar hatine avêtin.

Kumaraslan li ser vê yekê jî dibêje: "Ez 21 sal in mamostetiyê dikim. Madem ez bo ‘ewlehiya neteweyî metirsî me, çima heta niha min navêtin ji kar."

 ‘BÊYÎ TI HINCET EZ JI KAR AVÊTIM'

Mamoste Barzanî Kumaraslan dibêje: "Ez di karê xwe de gelekî  serkeftî me û heta niha min bi dehan xelat wergirtine. Derbarê min de, ne lêpirsînek, ne sûcek û ne jî giliyek tune bû, lê ji nişka ve ez bi hinceta ‘metirsiya li hember neteweyiyê de' ji kar hatim avêtin."  Mamosteyê Kumaraslan diyar dike ku li welatên demokratik pêkhatina bûyerên bi vî şiklî aciziyek mezin e lewra divê li welatên xwedîyasa û qanûn divê tiştên wiha neyên serê welatiyan.

'DIBE KU ENDAMTIYA MIN YA SENDÎKAYÊ JÎ BÛBE HINCET'

Mamosteyê Kumaraslan ku di heman demî de endamek yê sendîkaya mamosteyan ya binavê Egitim-Senê ye. Dibêje: "Dibe ku ji ber wê endamtiya min be jî ez ji kar hatime avêtin. Min çi kar û xebat kiribe min li ser navê Sendîkaya Egitim-Senê kiriye ku Egitim-Sen li gorî qanûnên vî welatî hatiye avakirin û hemû çalakiyên xwe bi desturên fermî dike. Yanî ti rewşeke derqanûnî nîne."

 ‘EM Ê HER BI NASNAME Û ŞEREFA XWE BIJÎN'

Mehmet Barzanî Kumararslan her wiha dibêje: ‘Ka ji me çi dixwazin? Nizanim ji me çi dixwazin? Me zanîbûya me yê li gorî wê tevbigeriya. Kes nikare çavê kurda bi birçîbûnê bitirsîne. Em çi qas birçî bimînin jî em ê bi nasname û şerefa xwe bijîn."

Wek tê zanîn piştî hewldana Derbeya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hatiye îlankirin û gelek biryarnameyên di Hikmê Yasayê de hatine derxistin ku bi sedhazaran karker, mamoste, karmend, akedemîsyan an ji kar hatin avêtin û lan jî hatin dûrxistin. Mamosteyên ku ji hatin avêtin jî bêhtir endamên Egitim-senê bûn.
sputnik

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum