Ji bo Maradona got: Ez ji bo wî tecawizkarî hurmetê nîşan nadim

Ji bo Maradona got: Ez ji bo wî tecawizkarî hurmetê nîşan nadim

.

A+A-

Di dema rêzgirtina bo lîstikvanê fûtbolê Maradona de, lîstikvana tîma Viajes Interrias FF, Paula Dapena ji dêvla raweste, rûnişt û berê xwe jî zîvirand û got: "Ez ji bo kesekî tecawizkar, pedofil û tacîzkarî nakevim deqeyek rêzgirtinê û ez vê yekê red dikim."

Piştî mirina lîstikvanê efsanewî Diego Armando Maradona, li gelek welatan, berî maçan rêzgirtina ji bo hurmetê li dar ketin. Di fûtbola jinan a Spanyayê de jî dawiya vê hefteyê di navbera tîma Viajes Interrias FF û Deportiva de Abegondo de dê maç bihata lîstin. Berî maçê ji bo Maradona, lîstikvan rabûn ser xwe rêz bigrin, lê lîstikvana Viajes Interrias FF Paula Dapena, ji dêvla raweste, rûnişt û berê xwe jî zîvirand û protesto kir. 

Tîma Vijes Interrias tîmeke li Galîsyayê ye, lîstikvan Paula Dapena jî galisyayî ye.

Di derbarê vê de, piştî maçê lîstikvana 24 salî dîtinên xwe ji rojnameya AS anî ziman û diyar kir, piştî vê kirina wê, ew hatiye tehdîdkirin jî.

Herwiha di hevpeyvîna rojnameya sporê a spanyolî ''AS''ê Mayca Jimenez ligel lîstikvan Dapena kiriye de, wê destnîşan kir û got: "Çend roj berê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Dinyayê bû, kesî tiştekî wisa nekir. Ger ji bo van jinan rêzgirtin nehatibe çêkirin, ez ji bo vî îstîrmarkarî nakevim rêzgirtinê. Ez ji bo kesekî tecawizkar, pedofîl û tacîzkarî nakevim deqeyek rêzgirtinê û ez vê yekê red dikim. Berî mirov bibe lîstikvanê fûtbolê divê mirov bibe mirov. Divê ji jîrekiya mikemel a Maradona wêdetir nirxên me hebin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin