Ji bo Kerkûkê pêşniyara rêberiya hevbeş a leşkerî

Ji bo Kerkûkê pêşniyara rêberiya hevbeş a leşkerî

YNK daxwaz dike di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo Kerkûkê rêveberiyeke hevbeş a leşkerî were avakirin.

A+A-

Her diçe rewşa ewlekariya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xiraptir dibe. Hêzên ewlekariya Iraqê nikarin pêşiya liv û tevgera çekdarên DAIŞê bigre, ku roj bi roj zêdetir dibe. Ji lewra ji niha ve vegera pêşmerge ya ji bo wan herêman bûye mijareke germ.

 

Rewşa ewlekariya van herêman Amerîkayê jî nîgeran dike. Ji ber vê Fermandeyê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel pêşniyar kir, ku pir giring e pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê bi hevre li navçeyên hevbeş li dijî DAIŞê kar bikin.

 

Piştî serdana Votel, roja Şemî û Yekşema borî, hêzên pêşmerge bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî li Çiyayê Qereçox a ser sînorê Mexmûrê li hember çekdarên DAIŞê operasyonek pêk anîn û çend çekdar û berpirsên wê rêxistinê kuştin.

 

Parlamenterê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê li Parlamentroya Iraqê Rêbwar Taha bensa giringiya rêveberiya hevbeş a leşkerî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got: “Hikûmeta Iraqê jî gihiştiye wê baweriyê ku ev yek pêwîstiyek e.”

 

Rêbwar Taha ragihadn: “Divê rêveberiyeke ewlekariyê di navbera hêzên Iraqê û pêşmerge de li navçeyên Kurdistanî were avakirin. Niha pêwîstiyeke wiha heye. DAIŞ ne tenê li derdora Kerkûkê serhildaye, li Diyalayê jî mane.”

 

Lê Wezareta Pêşmerge red dike, ku bi fermî behsa vegera pêşmerge ya ji bo Kerkûk û navçeyên nakok hatibe kirin.

 

Sekreterê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha di navbera hikûmeta federal, Wezareta Berevanî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de li ser vegera pêşmerge ti guftûgoyek nehatiye kirin.”

Yawer da xuyakirin, ku weke beriya sala 2014ê ew vegera pêşmerge û hemahengiya ewlekariyê giring û pêwîst dibînin û da zanîn, ku ji bo hemû pêngavan ew amade ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin