Ji bo Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney serîlêdanan dest pê kir

Ji bo Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney serîlêdanan dest pê kir

Şaredarîya Batmanê carek din dê Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li dar bixe. Festîvala ku 8'emîn car dê li dar bikeve, yên bixwazin dikarin berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ji bo eşkerekirina destpêkirina festîvalê bi beşdarîya Hevşaredarên Batmanê Mehmet Demir û Songul Korkmaz daxuyanî hat dayîn. Şaredarîya Batmanê ligel Navenda Çanda Bahar, Yeni Sînema Kolektîfî û Yenî Sahneyê dê festîvalê lidar bixe. 

Festîval vê carê dê di navbera 26'ê reşemî û 1'ê adara 2020'an de li dar bikeve. Şaredaran der barê festîvalê de agahî dan çapemenîyê. 

 

Cîgerê Hevşaredaran Şehrîban Aydin der barê festîvalê de agahî dan çapemenîyê û dîyar kir ku ew dikin ji her welatên dinyayên fîlmên ku hatine binirşînin û nîşan bidin. Aydin eşkere kir ku di festîvalê de dê fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm bêne nîşandayîn, ligel van dê bi beşdarîya derhêner, lîstikvan û rexnegiran panel, gotûbêj û xebatên atolyeyan saz bikin.

 

Aydin li ser piştgirîya berheman jî dîyar kir ku ji bo piştgirîya projeyên belgefîlman dê 10 hezar TL, ji bo kurtefîlman jî 10 hezar TL piştgirî bidinê.

 

Çavkanî: Dîyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin