Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bo em bi hev re bin 999 sedem hene

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê piştî du sal û nîvan komxebata xwe ya yekem di 7ê gulanê de li Amedê pêk tîne. Komxebat, kongre him dibin xwenûkirin û pêşdebirina partîyan û him jî dibe platforma dîtina sûretên xwe yên rasteqîn.

Dema em li dû xwe vegerin û li pirêzeyên xwe mêze bikin PAKê di van du sal û nîvan de çi kiriye;

1.      Her kesayetî bi nasnameya xwe ya şexsî bû damezrênerê PAKê. Kadroyên ji hemû partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê yê heyî û yên ku îro tunene, lê bûne tradîsyon di nav damezrêneran de hebû. Meclîsa PAKê ya heyî jî li ser vê rastiyê pêk hat. Yên em anîn ba hev bername, rêbaz û hewcedariya acîl a rêxistineke berfireh bû. Xebata du sal û nîvan nîşan da ku li gel hemû kêmasîyan jî, em di vî warî de bi ser ketin. Ji tradîsyonên cûda hatina me ya ba hev tu car ji me re astengî dernexist, hêdî hêdî bi me re nasnameya PAKê çêkir. Me di wexteke weha kin de hesasiyeta tradîsyonên  xwe yê kevn ji bîr kir, kî çi dikare baştir bike, kî bi kêrî çi tê derket pêş. Nuha gelek komîteyên me yên herêmî ji kesên nuh pêk tên ku duh bi tu tradîsyonekê re kar nekirine.

2.      PAK di dema, mêjiyê nivşên nuh bi teoriyên sîparîşkirî û bi şîarên ”welatê muşterek”, ”cumhuriyeta demokratîk” dihate şolî kirin û tabiî merhamet û demokrasiya Tirkiyê dihat kirin bi duruşmên pirs pirsa Kurdistanê ye, pirsa welat û miletekî ye, hat damezirandin. Bi ala Kurdistanê û bi zimanê Kurdî û bi hişmendiya em welatek in, miletek in, mafê me ji tu mafê welatek û miletekî ne kêmtir e derket. Bi hêzên Kurdistanî re mil bi mil li hember siyaset û teorîyên ne Kurdistanî rawestiya. Di vê demê de li seranserê bakurê Kurdistanê ala Kurdistanê standartîze bû, ruhê Kurdistanî şîn ma.

3.      PAK di van du sal û nîvan de bi panel, konferans, beyan, daxuyanî û bi pîrozkirin, bibîranîna salvegera bûyerên dîrokî yên Kurdistanê, xwest dîroka Kurdistanê ji nuh ve bîne bîra Kurdan û fêrî nivşên nuh bike ku dîroka têkoşîna milletê Kurd ne ya îro an duh e, ya 200 salî ye. Zanyariya dîrokê dikare rêgeha me ronî bike

4.      PAK di vegotina siyasetê de bi zimanekî nuh û bi kultureke nuh derket. Bi siyaseta xwe ya zelal, ne xwe bi hinekan û ne jî bi dijayetiyan hinekan îzah kir. Siyaseta şaş rexne kir û perspektîfa xwe diyar kir.

5.      Li hember rûdanên rojane girtina helwestek hevpar bi PAKê dest pêkir. PAK bi damezirandina xwe ve bi hêzên Kurdistanî re li hember bûyerên ku hemû Kurdan eleqedar dike, helwestên hevbeş, xwepêşandanên bi hev re kir. Ji bo hemû hêzên Kurdistanî beşdar bibin bi israr li deriyên wan xist.

6.      PAK bi israr bangî hêz, kes, grûbên ku dikarin di bin banê rêxistinekê de werin ba hev, kir. Di vî warî de bêyî ku şert û mercan derxe pêş, bi şefafî û samîmî tevdigere. Di riya avakirina rêxistineke îrada wê di destê wê de, xurt, girs e, PAK hêviya herî mezin e.

7.      PAK bi siyaseta xwe ya nerm a navxweyî bi hemû hêzên ku li ser axa Kurdistanê hene di diyalogê de ye û dixwaze tundî û tûjî dûrî siyaseta Kurdistanê bimîne.

8.      PAK bi sekin û helwestên xwe li bakurê Kurdistanê bû dengê meşa serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê, li gel rexneyên xwe bû piştgirê destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, bi meş û xwepêşandanên xwe  bi xwişk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê re bû.

9.      Di arîfeya avakirina xwe de û heta nuha PAKê 4 hilbijartin jiya. Hilbijartina serokkomarîyê, hilbijartina giştî ya 7ê Hezîranê, hilbijartina giştî ya pêşwext a 1ê Çiriya Paşîn û referanduma 16ê Nîsanê. Di van hemû hilbijartinan de di nava endam û rêveberên PAKê de fikrên cuda hebûn. Lê bi munaqeşeyên bi sewiye, li gor îradeya partiyê hemû endamên PAKê li gorî helwesta partîya xwe tevgerîyan. PAK bi kamilî tevgeriya, yê me tîne ba hev doza welatekî ye, doza miletekî ye, ne helwesta hilbijartinekê ye.

 

Dema PAK hat demezirandin çek bêdeng bûbûn, siyaseta sivîl li Kurdistanê geş dibû. Lê vê demsalê dirêj neajot. Piştî salekê siyaset bi zanebûn di bin dengê sîlehan de, di xendekan de terra bû. Di van şertên şerrî û OHAL de gavên ku PAKê guman dikir, nehatin avêtin.

Gavên ku diviya bû PAKê bikira, lê neanî cî li gor min ev in;

-PAK li her herêmî qalikê xwe bi mirov û sîmayên nuh nikaribû biguherîne. Hin herêm bi mirovên xwe yên destpêkê an yên wekî wan, man, nikaribûn li gor naveroka PAKê bi rengîn bin.

-PAK li gelek herêman nikaribû xwe bighîne girseya ciwanan û jinan.

-PAK digel ku pêwistiya wê pê heye, lê dîsa jî nikaribû gelek kadirên bi tecrûbe, jîr û kêrhatî di kar û barê partiyê de mobîleze bike.

-PAK nikaribû alav û wesayitên medyayê wek pêwîstî pê heye, pêk bîne da ku dengê xwe bighîne sed hezaran.

PAK bi vê komxebatê çawa dikare van kêmasîyên xwe yên li jor rêz kir, telafî bike û gavên nuh bavêje:

          -PAK divê bi fokuseke mezin û bi bername, bi ciwan û jinan re bide û bistîne, hejmara wan roj bi roj di nav partiyê de zêde bike. Ji bo ku vê yekê pêk bîne, divê bi organîze kampanyayeke perwerdeyê veke. Beriya her tiştî hemû rêveberên herêmî yên partiyê divê bêne perwerdekirin. Ji bona vê yekê bernameyên pirhêlî û berbiçav bên amade kirin.

          -PAK divê li gel îqnakirina kadirên kevin, giraniya xwe bide xelkê û wan bi rêxistin bike. Ji bo ev kar li hewayê nemîne û bibe rastiyeke berbiçav, divê alîgir, piştgir û endamên PAKê bi sîstematîk û bi proje kar bikin.

          -Di karên medyayê de partî divê gavên biçûk, lê yê saxlem û berbiçav bavêje. Dema ev gav hate avêtin divê veger jê tunebe.

Li Kurdistanê PAK, digel hemû zehmetîyan  dixwaze di riya ku daye ber xwe de gavan bavêje. Ji bo vê yekê dixwaze tovên hêviyê biçîne. Îro hejmara kadirên Kurdistanî ku bi rêxistin in, dema em bi yên bêrêxistin re muqayese bikin, gelek hindik in. Rêxistinên heyî yên Kurdistanî pêwistiya wan bi gelek kadiran heye. Gelek rêxistin têrî ji bo karê xwe yên rûtinî yên rojana bimeşîne nakin.

Roja îroyîn bi hezaran kadir li malên xwe atil sekînene, enerjiya wan bi axê de diçe, kufik digrin. Ji bo mil nedin hev hezar mazeretî dibînin.  Îro ji bo em bi hev re kar bikin 999 sedem hene, ji bo em bi hevre kar nekin tu sedem tuneye. Em nîrê zordariya derve û hundir tehamul dikin, lê ji xwe tenezul nakin.

Xurtkirina alternatîva Kurdistanî li ser xaka Kurdistanê, bi rêxistinî bin an bi serê xwe bin, erka hemû kadirên Kurdistanê ye. Heger miletek bindest bi rêxistinî xelas dibe, heta ew milet bindest be, erka hemû ewladê wî ne ku mil bidin karê rêxistinî. Teşebusê çûyî yên serneketî nikarin bibin sedemê temaşevaniya me. Kurdistan hîn di wê rewşa ku em di xortaniya xwe de zend û benda badida de ye. Hîn tu tişt nehatiye guherandin.

Şewqa dinyayê Kurdistanê çiqas ronî dike, hewqas li bakur bê rêxistinya me xwanê dike! Ev bangeke ji bo rêxistinên nêzî hev ên heyî û temaşevanê ku qîma xwe bes bi komentariyê tînin! Hewcedariya Kurdistanê îro bi rêxistinên xurt û çalak heye! Sibê dikare dereng be!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin