Mûsa Em

Mûsa Em

Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bo çi êrîşa Çîyayê Şingalê?

A+A-

Agir û tirs ketîye dilê tirka, farisa û ereba, li Kurdistanê  heyecanek, heskirinek, hewesek, şewqek, daxwazek û ji her tiştî xweşiktir îrade û têgîhistinek mezin ji bo hazirîya  Kurdîstanek Serbixwe heye.

Cïyê serbilindî û kêfxweşî ye partîyên Kurdistana Başûrî gis li nav vê prosessê dîrokî de cîyê xwe girtine.

Zimanê dagirkeran kin bûye û hatîye birîn, êdî nikarin bêjin hinek partî an jî serokên kurda cûdabûyênê naxwazin.

Kurd piştî girtina Musulê, xeterê Iran û Hejda Sabî fahm kirine. Ew tehdîda faris û ereba ne bes ji bo KDP lê ji bo Kurdistan e. Êdî partîyên Başûrî pêşî, berjewendîyê neteweyê xwe difikirin, û hatina wanê vê merhelê ji bo van partîyan, bi serê xwe cîyê sanazîyek mezin e.

Ji alîyê din dewleta tirka har, şaş û dîn bûye ji destê wan çi xirabî û hovitî  û pîsîstî heye dikin, ji bo astengî derxînin pêşîyê serxebûnîyê, û pêsîyê wê bigrin.

Li vir pêwîst e PKK bizanibe çi dike û ji bo kê dike!

Tirk ji bo ku kurd desthilat nebin êrîş dibin li ser Kurdistana Rojava û Başûr, ew jî mîna ereb û farisa ji destê wan were, ewê kurda li nav bostekî av de bifetisînin, ji bo ku ji kurda qe tu car hes nakin û li serda jî, ji wan nefretê dikin.

Li vî rewsa taybetî û hasas de, pêwîst e PKK bi berpisyar û bi rûhîyetekî neteweperwer tevbigere, ji neyar re firsed nede, ji wan re rê veneke û nebe sedemê alozîyan. Neyarin me ji bo êrîşê bikin, sedaman digerin û firsetên û alozîyin herî biçûk bi kar tînin. Dema PKK bixwaze feydeyê wan bigihîje Şingalê û xelkê Èzidî, bira bi awakî siwil, li nav Singalê alîkarîya Êzidîya bikin. Parastina Şingalê erka pesmerge ye. PKK bi vî kirin û helwestên xwe ve, ji êrişên tirka re dawetîye dişîne!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin