Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin

Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîyê, ji bo cenazeyên ku li Goristana KÎlyosê li peyarêyê hatin veşartin, wê serî li NY û DMME’yê bide. Parêzer Serhat Çakmak, dîyar kir ku armanca êrîşan li ser goristanan “bê bîr hiştine”.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di sala 2018’an de 281 cenaze, ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina tipa edlî biribûn Stenbolê. Berîya çend rojan derketibû holê ku ji van cenazeyan 261 jê li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan hatibû veşartin. Cenaze, di pakêtên plastîk de li gorên ku ji 1’ê heta 18’an nimre li ser wan hatibûn danîn, li ser hev hatibûn bicihkirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîyê (OHD), li goristanê lêkolîn kir û têkildarî mijarê raporek amade kir. Komeleyê, di raporê de xwestibû ku cenazeyan bidin xwedîyên wan û derbarê kesên berpirsyar de lêpirsîn bê destpêkirin. OHD, xebatên xwe yên hiqûqê yên tekildarî miajrê didomîne û amadekarî dike ku veşartina cenazeyan a li peyarêyê bi be Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).

 

CIVAK BÊ BÎR TÊ HIŞTIN

 

Endamê OHD’ê Parêzer Serhat Çakmak, pêvajoya ji revandin heta veşartina li pêyarêyê ya cenazeyan weke “Rêza bêhiqûqîyan” pênase kir û wiha got: “Bi dawîbûa pêvajoya çareserîyê re dewletê dest bi êrîşên li ser goristanan kir. Berîya Xerzanê li Licê jî li dijî goristanan êrîş pêk hatin. Veşartina cenazeyan a li ser hev a li pêyarêyê, bêhiqûqîyê aşkera radixe ber çavan. Binpêkirineke giran a mafan li holê ye. Di şeran de armanca tekbirin û kuştinê ya alîyan li hemberî hev heye lê dema ku kes dimire têkilîya wî bi dinyayê re tê birîn û kes nikare mudaxaleyî veşartin û rîtûelên olî yên ji bo wî bibe. Ev feraset bi demê re di nav civakan de bûye edet û di hiqûqê de jî bûye qanûn. Tişta wijdanê mirov dêşîne binpêkirina nirxên civakê ye. Bi vê re civak jî tê bêbîrhiştin.”

 

ARMANCA KÊMKIRINA ÊŞAN E

 

Parêzer Çakmak, destnîşan kir ku armanca malbata dîsa veşartina cenazeyan û kêmkirina êşên wan e û ev tişt got: “Ne xerakirina goran, xesar dayîna axa goran jî di hêla menewî de mirov birîndar dike. Di mijareke wiha hesas de veşartina cenazeyan a li pêyarêyê nayê qebûlkirin. Veşartina cenazeyan a li peyarêyê ne li gorî qanûnan e. Usûla veşartina cenazeyan ji bo herkesî derbasdar e. Cenaze li ser hev nayên veşartin û cihê ku lê tên veşartin divê guncav be. Kesên ku bi ferman dane cenaze bi vî rengî bên veşartin berpirsyarîya wan a hiqûqî heye. Binpêkirina mafê veşartinê ji bo xizmên cenazeyan dibe ezîyet. Ev pêkanîn binpêkirina peymanên navneteweyî ye.”

 

WÊ SERLÊDANÊN HIQÛQÊ BÊN KIRIN

 

Di berdewamê de Çakmak, bi lêv kir ku bi êrîşên ser goristanan re birînên vebûne tên xwînkirin û axaftina xwe bi van gıotinan bi dawî kir: “Her pêkanîna li hemberî cenazeyan bi xwe re binpêkirina mafan tîne. Me heta niha pêvajoya radestkirina cenazeyan şopandîye. Me gilîya pêkanînan jî kirîye. Di geşedanên dawîn de berî ku rêyên hiqûqî yên hundirên bên bidawîkirin, em ê serî li hiqûqa navneteweyî jî bidin. Xebatên me yên ji bo yekê didomin. Em amadekarî dikin ku destpêkê serî li NY û DMME’yê bidin. Di hêla hiqûqî de em gelk pirsgirêkan dijîn û xwe nagihînin rayedaran. Di vê mijarê de em muxataban nabînin.”

 

MA / Erdogan Alayûmat

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin