‘Ji bo berjewendîyên gelê Kurd têbikoşin’

‘Ji bo berjewendîyên gelê Kurd têbikoşin’

Partî û rêxistinên kurdan derbarê yekîtîya neteweyî de, anîn ziman ku divê yekîtî li ser esasên neteweyî û demokratîk pêk bê û hemû partî bîrdozîyên xwe deynin alîyekî û ji bo berjewendîyên gelê kurd têbikoşin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partî û rêxistinên kurd bal kişandin ser yekîtîya netewey û gotin, demildest divê ji bo yekîtîya neteweyî ya kurd partî û rêxistin li hev kom bibin. 

 

Endamê Lijneya Rêveberinê ya Navendî (MYK) yê PAK’ê Hanîfî Tûran, dîyar kir ku ji ber rewşa Bakûr û Rojhilatê Surîye divê ewil partîyên kurd yên li wê derê bên cem hev û got: "Rojavayê Kurdistanê di bin xetereyeke mezin de ye. Dibe ku Tirkîye demografîya wê derê jî xerab bike. Her roj kuştin, talankirin û koçberî heye li wir. Divê ewilî partîyên li Rojavayê Kurdistanê bi taybet TEV-DEM û ENKS û hemû partîyên din li ser esasên mutabakata Dihokê û Hewlerê werin cem hev. Divê dîsa li ser wê esasê di pêşkeşîya Kek Mesûd Barzanî de bên cem hev û li wir îdareyeke hevbeş, di warê eskerî, aborî, dîplomasîyê de karekî bikin û ji bo ku kurd ji binê wê xeteriyê derkevin."

 

‘LI ROJAVA DÎPLOMASÎYEKE HEVBEŞ PÊK BÎNIN’

 

Tûran, da zanîn ku ji bo qanûna bingehîn a Surîyeyê xebateke navneteweyî heye û got: "Divê partîyên li Rojava dîplomasîyeke hevbeş pêk bînin û di wir de cihê xwe bigirin û bi heyetekê bi hev re beşdarî wir bibin. Ji bo ku di pêşerojê de li Surîyeya kurd mafê xwe bi dest bixin." 

 

‘DIVÊ HER PARÇE DI NAVA XWE DE KONGREKÊ PÊK BÎNE’

 

Tûran, destnîşan kir ku ji bo Kongreya Neteweyî divê ewilî her parçe di nava xwe de kongre an konferansan bike û got: "Heke ewilî perçeyên Kurdistanê di nava xwe de yekitîyê pêk bînin navê wê kongre be, kordînasyon be ew çax pêkanîna wê, wê rihetir bibe. Em zanin ku di demên borî de xebatên bi wî rengî çê bûn. Me dît ku ew xebat bi rê ve neçûn. Hineka got, divê em ev qas beşdar bibin yên din digot divê em ev qas beşdar bibin nebû. Ewilî bi perçe perçe. Başûr rihetir e. Parlementoyeke wan heye. Parlementoya wan dikare komisyonekê ava bike û ew komîsyon dikare li ser navê Başûr beşdarî Kongreyê bibe. Lê belê parçeyên din ne wisa ne. Li Bakûr em perçe perçe ne. Lê divê yekîtiya miletê kurd li ser esasên neteweyî, demokratîk û milî pêk were. Ger ku li ser van esasan be, ez bawer im ew gav wê awayekî serkeftî encam bigire."

 

‘JI BER BERJEWENDÎYAN HETA NIHA YEKITÎ ÇÊ NEBÛYE’

 

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî diyar kir ku bi sedan sala ne gelê kurd li benda yekitîyê ye û got: "Ji ber parçebûyînê mixabin miletê me gelek paşde maye. Ev jî pêwîst dike ku kurd bibin yek. Demekî dirêj e kurd li bendî yekîtîya kurdan e. Lê heta niha mixabin çê nebûye. Ji ber ku gelek partî û rêxistin ji alîyê berjewendîyên xwe nêzîkî van tişta bûne û heta niha yekitî çê nebûye. Gereke hemû partî û rêxistin, sazî û dezgeh bernameyên xwe û bîrdozîya xwe deynin alîyekî û kurdîtîyê û netewetîyê deynin pêşiya xwe û li ser kurdîtîyê û berjewendîyên miletê kurd têbikoşin û bernameyek, destûrek û xalên neteweyî lazim e ku gelê kurd netewetiya xwe pêk bîne. Dû re jî heke mimkun be wê yekitî were avakirin."

 

‘YEKITÎ BI KONGREYA NETEWEYÎ PÊKANE’

 

Pîranî da zanîn ku yekitî bi kongreyekê netewî pêkane û got: "Kongreyeke neteweyî dema ava bibe berî niha jî min got, divê hemû partî bîrdozî û bernameyên xwe deynin alîyekî wek kurd nêzîkî vê kongreye bibin. Çend caran jî kongreya neteweyî hat ceribandin lê mixabin nakokî ketîye di navbera partîyan de. Ji ber nakokîyên partîyan jî yekîtî û kongreya neteweyî nehat amadekirin. Ez hêvî dikim ku ji vir û şûnde çend buyerên ku li ser gelê kurd qewîmîne ev bûyer mirov pê diêşin. Partî, sazî û dezgehên kurd jî ev baş dîtine. Gelekî hêvîdarim ji vê rojê şunda hemû partî bîrdozî û bernameyên xwe deynin alîyêkî û wek kurdîtî û neteweyetî nêzîkî van tiştan bibin."

 

‘YEKITÎ ÇIMA PÊK NAYÊ’

 

Endamê Lijneya Rêveberinê ya Navendî (MYK) yê KKP'ê Yaşar Kazici bibîr xist ku di demên pêş dê jî hewildanên wisa hatin ceribandin û wiha axivî: "Berîya her tiştî hemû alî divê dîyar bikin ku ji bo Kongreya Neteweyî pêk were çi kemasî hene. Ev yekîtî çima pêk nayê. Divê em bikevin pêvajoyeke xwerexnedayînê. Partîyên her çar parçeyên Kurdistanê bi mêtîngeran re têkilîyên dîplomatîk rê ve dibin. Bi gotina demokrasîyê tên ba hev. Hewceye ku kurd destê demokratbûyînê dirêjî hev bikin. Çawa hêzên ku em bi wan re têdikoşin dikarin têkiliyên dîplomatîk pêk bînin divê em di nava xwe de zêdetir van têkilîya deynin."

 

‘JI PÊVAJOYÊN GIRAN DIVÊ DERSÊ DERXÎNIN’

 

Kazici, bal kişand ser pêvajoya Rojava û referanduma Başûrê Kurdistanê ya serxwebûnê û wiha got: "Divê em ji van pêvajoya dersê derxînin. Ev pêvajoyên giran yên ku gelê me jiyayî ji ber ku yekitîya netewî nîne hatin jîyîn. Ji ber vê yekê divê partîyên Kurdistanê yên mezin pêşengtîyê ji vî karî re bikin."

 

‘SIYASETA DEMOKRATÎK DIPARÊZIN’

 

Kazici, da zanîn ku li Bakûr ser yekîtîyê xebatek heye dixwazin bibin deng ji bo yekîtîyê û wiha domand: "Di dema qeyûman de jî ev li qada derket holê. Em dizanin ku partîyên mezin di Kurdistanê de siyasetê dîyar dikin. Ji ber vê yekê şûna ku partîyên mezin hev nekirinê divê pêk werin heke pêk neyên li dar xistina kongreyê jî zêde ne gengaz e." Kazici, bilêv kir ku di meseleya netewetîyê de şûna qalibên teng cepheya neteweya demokratîk û siyaseta demokratîk diparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku partîyên mêtînger nanêrin em kîjan bîrdozîyê diparêzin. Tevgerên ku kurd û Kurdistan têde heyî êrîş dikin. Ji xwe doza girtinê li ser partiya me hatîye vekirin. Ev ji dide nîşandan ku em çawa yekitîya xwe ava bikin."

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin