"Ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê em seferber bibin"

"Ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê em seferber bibin"

Daxuyanîya Hereketa Azadî, ÖSP, PAK, PDK-Bakur, PSK di derbarê erdheja Kurdistanê de

A+A-

"Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di  şeva 12yê Mijdara 2017an  erdhejeke bihêz rûda.

Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji  530  kesan , li Başûrê Kurdistanê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 7500  kesan , li Başûrê  Kurdistanê jî ji zêdetirî 500 kesan  birîndar bûne.

Piştî erdhejê, me weke partî û hereketên Kurdistanî gelek hewl da ku bi awayekî  kampanyaya alîkarîyê wekin û vê alîkarîyê bigihînin gele xwe yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Herweha em dizanin gelek dezgehên sivîl jî hewl dane ku alîkarîyê bişînin. Lê mixabin Dewleta Tirkîyeyê nahêle tu kes  alîkarîyê bişîne Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirkîyeyê dibêje bes bi rêya Heyva Sor(Kizilay) a Tirkîyeyê alîkarî dikare biçe cîhê erdhejê.

Ji bo alîkarî gîhandina Kîrmanşanê jî, Dewleta Îranê rê nadê ku, bêyî Dewleta  Îranê alîkarî bigihêje cîhên erdhejê.

Helwestên Dewletên  Tirkîyeyê û Îranê li dijî mafê miroavan e, dubare ceza kirina gele me ye.

Em bangî Dewleta TirkÎyeyê û Îranê dikin ku, rê li ber alîkarîyên mirovî vekin.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û hemû dezgehên navnetewî dikin ku zûtirîn wext alîkarîya pêwîst bihigînin gele me yê li navçeyên erdhejê.

Em bangî gele xwe yê li her çar perçeyên Kurdistanê, li Ewrûpa û li welatên din din yê cîhanê dikin ku, bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê, bi rêya dezgehên sivîl  yên Kurd û Ewrûpîyan alîkarîyan bigihînin cîhên erdhejê.

Herweha her partî û dezgehên sivîl dikarin bi rêyên fiîlî, alîkarîyên  madî û yên pêwîst  berhev bikin û bigihînin mexdûrên erdhejê.

Ji bo alikarî û lêxwedîderketina gelê me yê mexdûrê erdhejê, çi ji deste kê tê divê em seferber bibin."

15.11.2017

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin