Ji bo 6 qereqolên Sûrê "Bismîllah"

Ji bo 6 qereqolên Sûrê "Bismîllah"

Şaxa Amedê ya TMMOB dê îtîrazê projeyê bikin

A+A-

Wezîrê Hikûmeta AKP yê Bajarvanî û Hawirdor Mehmed Ozhasekî  îro li Dîyarbekirê bi "Bismîllah" start daye ku navçeya Sûrê ya Amedê ji nû ve ava bikin.

Lê îtîraza Şaxa Amedê ya TMMOB (Yekîtîya Odayên Mîmar û Mihendîz yên Tirkiyê) heye. Serokê rêxistinê Şerefxan Aydin dibêje; projeya ku hukimet ava kiriye bi wan û bi rêxistinên din yên eleqader re parve nekirîye û di derheqê projeyên de agahîya wan tuneye. Aydin gotîyê; "li navçeya Sûrê 6 qereqol ava dikin; ji ber sîyaseta wan ya emnî tevna bajêr ya dîrokî tehrîb dibe û ev di rismên ku li bilboordayan jî xistine de xuya dike û ew amadeyî dikin ku îtîrazê projeyê bikin."

UNESCO navçeya Sûrê xistibû lîsteya Mîrata Kulturê ya Dinyayê; ev navçe di şerê xendek û barîkatan de ku 103 roj dom kiribû piranîya wê xereba bibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin