Ji bo 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê

Ji bo 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê

.

A+A-

Ji bo herçar parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê hişyariya aşûtê hat dayîn. Herwiha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hewaya sar bandoreke neyênî li ser jiyana rojana ya xelkê kir.

Li gor daxuyaniya saziya keşûhewayê,  li tevahiya herêmê hewa ewrsayî û carna jî sayî be.

Tê pêşbînîkirin ku li herêmê car caran mij û xumam û qeşa çêbibe, germa hewayê jî dê ji şertên demsalê zêdetir be.

Li ser Gola Wanê jî hewa wê ewrsayî û sayî be. 

Germa hewayê ya herî zêde li Wan û Colemêrgê 6, li Bedlîsê 3 û li Mûşê di binê sifirê de 2 pile tê payîn.

Li van bajaran ji ber ku li cihên berwar metirsiya şapeyê heye, hişyarî hat dayîn ku divî welatî bi baldar û bi tedbîr bin.

Hewaya sar bandoreke neyênî dike

Li Erzerom, Erdexan, Qers, Îdir, Agirî û Dêrsimê jî ji ber sermayê welatî tengasiyê dikişînin.

Li Erzeromê ji ber sermeyê sivingên xaniyan cembelîk girtin. Li bajêr camên otomobîla qeşa girtin û ava xeta vexwarinê cemidî.

Ji ber qeşayê li erdê welatiyan di meşê da tengasî kişand.

Li Erdexanê rêyê qeşa girt. Welatiyan bi zehmetî otomonîlên xwe şixûlandin.  

Li Qersê dar çîl û sipî bûn û bi avahiyên dîrokî ve dîmenên xweşik derxistin holê. Li hin herêmên bajêr jî mij ket erdê, ajokaran di dîtina pêşiya xwe de zihmetî kişandin.

Li Îdirê jî cihên bilind ên bajêr hewa gelekî dijwar derbas dibe, li hin herêman jî mij ket erdê.

Li Agiriyê ji ber sermayê welatî tengasiyê dikişînin. Li bajêr  welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser otomobîlên xwe ku necemidin.

Li Dêrsimê jî bi şev germahiya hewayê dakete binê sifirê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin