Ji ber topan Efrîn hejîya

Ji ber topan Efrîn hejîya

Şeva bûrî topek li nava Efrînê ket û teqîneke bi hêz çêbû û di encamê de ziyanên madî gihîşt dukan û malên welatîyan.

A+A-

Şeva bûrî topek li nava Efrînê ket û teqîneke bihêz çê bû û di encamê de ziyanên madî gihîşt dukan û malên welatiyan.

Şeva bûrî demjimer 22:30 topek li taxa Vêlat ket û xweşbextane ti ziyanên canî nebûn, lê ziyanên mezin gihîşt dukan û malên derdora cihê teqînê.

Ji aliyekî din ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, duhî piştî nîvro teqînek bihêz li taxa Eşrefiyê ya Efrînê rû da û dûkelekê esmanê deverê girt.

Rewangeha Sûrî eşkere jî kir, hîn nehatiye zanîn ku sedemê teqînê çi bûye û ziyanên wê jî nediyar in.

Ji demê dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara sala 2018an de û ta niha bi dehan teqîn li Efrînê çê dibin û di encam de bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar bi encamdana wan teqînan tometbar dikin û dibêjin, ji bo nîşandana têkçûna rewşa ewlehiyê û rewakirina mana xwe di nava Efrînê de û revandin û girtina welatiyan wan teqînan dikin. Herwiha ji bo malbatên Efrînî neçar bibin û koçber bibin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin