Ji ber Rojava di navbera Tirkîyê û Rûsyayê de gengeşe derket

Ji ber Rojava di navbera Tirkîyê û Rûsyayê de gengeşe derket

Di Yekem roja civînên gera 14emîn ya Astana de, li bajarê Nûr Sultanyê Kazaxistanê, bi beşdarîya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî, û welatên garantor yên Sûrîyê, civînên du alî hatin encamdayîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di Yekem roja civînên gera 14emîn ya Astana de, li bajarê Nûr Sultanyê Kazaxistanê, bi beşdarîya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî, û welatên garantor yên Sûrîyê, civînên du alî hatin encamdayîn. Hat zanîn ku di navbera şanda Rûsya û Tirkîyê mijara berfirehkirina navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanê, bûye cihê gengeşîyan.

Paytexta Kazaxistanê ya bi navê xwe ya nû Nûr Sûltan 14mîn care mazûvanîya gotubêjên li ser qeyrana Sûrî dike. Îro jî roja Duyem ya Civînên Astana ye û dê hejmareke hevdîtinên din bêne encamdayîn.Ji ber ku her şandekî beşdarên Gera 14-an a Astanayê li otelekî bi cih bûne heta piştî nîvro jî, cîyê hevdîtinan dîyar nebû.

Şanda hikumeta Sûrî bi serokatîya Beşar Ceferî berîya rojekî hatîye Nûr Sûltanê û danûstanên pêşwext jî li gel şandê Rûsyayê kirîye.

Piştî demekî aşkere bû ku hevdîtinên dûalî û sê alî li wê hotelê ku şandêrê sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebûyî Gier Pederson lê dimîne, bi rêve diçin.

Herwiha eşkere bû ku di gotûbêjan de mijara berfirehkirina navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanê ku li gorî rêkeftina Rûsya û Tirkîyê hatîye sazkirin, bûye cîyê gengeşîyan di navbeyna şandeyên her du dewletên navborî.

Serokê Şanda Rûsyayê û nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê, Aleksandr Lavrentyev dibêje: “Dîyaloga Kurdan bi Sûrî re mijareke  gelekî dijwar e. Dîyalog giran dimeşe. Gelek hûrîyên cuda hene vê proseya dîyalogê. Hêj zûye ku em bikaribin behsa encamekî bikin.  Lê dîsa jî em dikarin hin xalên hevgihîştineke peyda bikin. Hewl bidin rîyên telêbûna Hêzên Sûrî demokratîk li artêşa Sûrî de peyda bikin.''

Tevî ku hevdîtina alîyan li pişt derîyan bi giranî dimeşe, dem bi dem gengeşîyên Gier Pederson li gel nûnerên Rûsyayê derdikevin li dehlîzan jî.

Hat zanîn ku di mijara pevguhastina dîl û termên kuştîyan a di nabvbeyna hikumeta Sûrî û Opozîsyonê de, navbenkarîya şandêrê Neteweyên Yekbûyî hin encamên erênî didin. Lê  li ser mijarên pêşvebirina xebata Komîteya Destûrî û her weha li ser rewşa Îdlîb û bakûr û rojhilata Sûrî, encamên hevdîtin û  gotûbêjên sêalî dîyar ne bû.

Herçend ji pêşda hatibû ragihandin jî, yekemîn roja gotûbêjên şandeyên hikumeta Sûrî, opozîsyon û her sê dewletên garantor ên li gel şandêrê Neteweyên Yekbûyî, bêyî ku li ser encamên wan, daxuyanî bê dayîn, bi dawî hat.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin