Ji ber parvekirinên li dijî penaberên Sûrî 5 kes hatin desteserkirin

Ji ber parvekirinên li dijî penaberên Sûrî 5 kes hatin desteserkirin

Polîsa li Stenbolê 5 welatiyên Tirk bi tometa li tora civakî xelkê li dijî penaberên Sûrî parvekirinên ku tê de heqaret hene desteser kirin.

A+A-

Polîsa li Stenbolê 5 welatiyên Tirk bi tometa li tora civakî xelkê li dijî penaberên Sûrî parvekirinên ku tê de heqaret hene desteser kirin.

Medyaya Tirkiyê belav kir, hêzên polîs 18 hejmarên tora civakî ku xelkê li dijî penaberên Sûrî parvekîrînan dikin girtin û dibe ku ji 9 kesên ku niha di binçavan de ne  5 kesan desteser bikin û lêgerîna li dû 4 kesên din berdewam e.

Polîsan li wan hejmarên tora civakî parvekirin û Hashtagên wek (Naxwazin Sûrî li welatê me bin. Sûrî ji welatê me biçin) dîtibûn.

Di du rojên bûrî de, li tora civakî hejmarek girtevîdyo belav bûn, li Stenbolê hejmarek ji welatiyên Tirk êrîşî ser dikanên penaberên Sûrî dikin û çêr û heqaretan  li dijî penaberên Sûrî dibêjin û ji wan daxwaz dikin ji Tirkiyê derkevin.

Ew êrîş û alozî piştî wê yekê hat kirin, ku nûçeyek belav bû ku penaberekî Sûrî destdirêjî li zarokekî Tirkiyî kiriye, lê dezgehên pêwendîdar ên Tirkiyê ew nûçe red kir û got, ne rast e û di çarçova propagandiyê de hatiye kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin