Ji ber operasyona Tirkiyê hişyarî bo nîştecihên 6 gundên Zaxoyê

Ji ber operasyona Tirkiyê hişyarî bo nîştecihên 6 gundên Zaxoyê

Li gor zanyariyan, ji ber destpêkirina operasyona Tirkiyê, hêzên ewlehiyê hişyarî dane nîştecihên şeş gundên ser bi bajarokên Batîfa û Derkar ku hatin û çûna gundên sînorî nekin.

A+A-

Ji ber destpêkirina operasyona Tirkiyê li navçeya Heftanînê li dijî PKKê, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hişyarî dane nîştecihên şeş gundên sînorê herdu bajarokên Batîfa û Derkarê yên ser bi qezaya Zaxoyê, ku serdana gundên sînorî nekin.

 

Li gor zanyariyan, ji ber destpêkirina operasyona Tirkiyê, hêzên ewlehiyê hişyarî dane nîştecihên şeş gundên ser bi bajarokên Batîfa û Derkar ku hatin û çûna gundên sînorî nekin.

 

Rêveberê Bajarokê Derkarê, Zêrevan Mûsa ragihand, “bi biryara hêzên ewlehiyê yên Zaxoyê, xelkê şeş gundan hatine haydarkirin ku serdana gundên Qesrok, Mêrge Şîş, Dare Şîş, Sinat, Gelî Pisaxa û Behnone yên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê nekin, daku nekevin ber bombebaranan.”

 

Rêveberê Bajarokê Derkarê herwiha ew agahî jî red kirin, ku behsa ragihandina qedexeya derketina derve li navçeyê dikin û diyar kir, “tenê xelkê wan gundan hatine agahdarkirin ku neçin nav wan gundên ku hatine valakirin û kes têde najî.”

 

Zêrevan Mûsa got, ew gundên ku avedan in, jiyan li wan gundan asayî ye.

 

Têkildarî operasyonên Tirkiyê jî, Rêveberê Bajarokê Derkarê da xuyakirin, “çar roj e operasyonên Tirkiyê bo ser navçeyên sînorî dest pê kiriye, lê belê ew cihên hatine bombebarankirin, ew çend sal in ku hatine valakirin û ji nîştecihan vala ne.”

 

Ew yek di demekê de ye, ku li ser medyaya civakî û bi taybet li hin hesabên ser tora Facebookê dengoya wê yekê hatibû belavkirin, ku li çend navçeyên sînorê Zaxoyê, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û ew yek jî bibû sedema tirs û nîgeraniya xelkê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin