Ji ber lehiyê rêya Wan û Colemêrgê hat girtin

Ji ber lehiyê rêya Wan û Colemêrgê hat girtin

.

A+A-

Li bajarê Wanê  ya Bakurê Kurdistanê iro îro ji ber barana zêde ya piştî nivro lehî rabû û di encamê de rêya Wan û Colemêrgê ji hatûçuyînê re hate girtin.

Li navçeya Elbakê ser bi parêzgeha Wanê barana ku du roje berdewam e bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya xelkê herêmê dike.

Ji ber baranê îro 2yê Tebaxa 2021ê jî di demjimêrên nîvro  de li gelek cihan av kom bû û rêya parêzgehên Wan û Colemêrgê hat girtin û ji hatûçuyîna otombîlan re destûr nehat dayîn.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Muhterem Ince çû navçeya Elbakê û serdana niştecihên taxên ku ji lehiyê zirar dîtine kir. Herwiha bo derbarê  cihê ku rê lê hatiye girtin agahiya werbigre çû wê dewerê.

Piştî Ince ji berpirsa zanyarî wergirtin bi makîneyên kar paqijkirina kevir û heriya li ser hate destpêkirin.

Heta niha jî ji ber rê girtiye otombîlên ji her du aliyan jî tên hatine seknandin.

Li parêzgeha Wanê ji hefteya borî ve baraneke zêde dibare û ev jî li çend navçeyên wê parêzgehê bû sedema lehiyê û di encamê de bi giştî 900 serî pez jinav çûn û 32 xanî herifîn.

Li navçeyên Qerqelî û Çaldêran ên Wana Bakurê Kurdistanê di encama lehiya duh de hejmareke xaniyan herifîn û 150 serî pez jinav çûn.

Li gundê Yukari Balçikli yê ser bi navçeya Qerqeliyê ve duh ji ber barana zêde 20 xanî di bin lehiyêde man û axurek rûxiya. Xebatên ji bo asayîkirina jiyanê li wî gundî berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin