Ji ber êrîşên Trikîyeyê: Çend gund têne valakirin

Ji ber êrîşên Trikîyeyê: Çend gund têne valakirin

Artêşa Tirkîyê, berdewam bi topbaran û bombebaranan êrîşî Zaxoyê dike, ji ber van êrîşan jî li devera Zaxoyê welatîyên hin gundên Xirîstîyan û Misilman, têrîkî gundên xwe dikin.

A+A-

Li gor nûçeya Kurdistan24ê, ev demek e gundên sînorî yên devera Zaxoyê bi bihaneya hebûna baregehên PKKê li wê deverê, ji aliyê topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê tên topbaran û bombebarankirin. Welatiyên gundê Şeranşa Kiristiyanî, Şaranşa Misilman û Evlihê ji bo parastina jiyana xwe û zarokên xwe ji gundên xwe derdikevin û vala dikin.

Welatiyê Kiristiyanî yê bi navê Bênav Nîsan ku ji gundê xwe derdiket ji K24ê re got: “Top ji nîvê şevê 12 û ta siharê ve li gund û derdora gund dikevin. Em jî ditirsin, zarok diçin dibistanê, lê çavên wan li esmanan dibin, ev rewşeke pir zehmet e û em nikarin bisekinin. 2 roj in li nîvê malan didin.”

Welatiyekî din ê Kiristiyanî Celal Şaranşê dibêje: “Ji demjimêr 4ê sibê ve me xew nekiriye, nêzîkî 20 topan li derdora gund ketine. Tirs ketiye nava me û em niha diçin Zaxoyê.”

Li sînorê nahiya Derkarê ya Zaxoyê nêzîkî 25 gundên sînorî hene û bi berdewam bi ber topbaran û bombebarana Tirkiyê dikevin.

Li ser vê rewşê Rêvebirê Nahiya Derkarê Zêrevan Mûsa ji K24ê re got: “Di van topbaranan de malên welatiyan bûn armanc, lê xweşbextane ziyanên canî nebûne. Ev topbaran bi awayî tewş ji aliyê topxaneya Tirkiyê tê kirin. Nahiye jî bi aliyên pêwendîdar re di pêwendiyê de ye ji bo aramî vegere wan gundan û welatî vegerin ser mal û milkên xwe.”

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin