Ji ber bêavî û bêceryanîyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve

Ji ber bêavî û bêceryanîyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve

Li Dêrikê hejmara qûtkirina ceryana gundan gihîşt 30 gundan. Ji ber birîna ceryanê ava gundîyan jî hat qûtkirin û bêavî û bêceryanî dibe sedema metirsîya nexweşînên têger.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gundên navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji ber cotkar nikarin deynê ceryanê bidin, şîrketa ceryanê DEDAŞ ceryana trafoyên gundîyan ji binî dibire. Hejmara gundên ceryana wan hat birîn derket 30’an. Ji ber birîna vê ceryanê yên deynê wan hene jî yên deyne wan nîne jî bû sedemê mexdûrîyeta hemû kesî. 

 

Tevî ku DEDAŞ’ê got dê ceryanê bide kesên deynê wan tine ye jî lê li gel ewqas dem hêj pêdivîya ceryanê ya gundîyan nehatîye dabînkirin. DEDAŞ’ê nûçeyên ji bo mexdûrîyeta welatîyan tê çêkirin jî wek “hewldana belavkirina têgihiştinê” pênase kir. 

 

Li gel ku welatî di tarîyê de hatine hiştin her wiha ji ber dînamoyên avê naşixûlin welatî bêav jî mane. 

 

Tê gotin li van gundan 20 hezar însan û 30 hezar sewal bêav maye. 

 

Welatî ji bo pêdivîyên xwe avê ji bîran dabîn dikin an jî carna şaredarî bi tangêran ji wan re avê dişîne. 

 

Ji ber bêavî û bêceryanîyê şênîyên gundan rojên dijwar derbas dikin û bertek nîşanî vê yekê didin. Welatî li beramberî vê rewşê zarokên xwe naşînin dibistanan, boyko dikin û bertekên xwe wisa nîşan didin. 

 

Şênîyên gundê Şabana di nava wê metirsîyê de ne ku ji ber bêavî û bêceryanîyê rê li ber qirêjî û nexweşînên têger veke. 

 

‘BILA DAWÎ LI VÊ TAHDEYÊ BÎNIN’ 

 

Ji şênîyên gund Bîrsel Kaçmaz ku di dora wergirtina ava ji tangêrê sekinîye da zanîn ku nemaze ew nikarin paqijîya zarokên xwe pêk bînin û li dijî vê gazinên xwe nîşan da. 

 

Kaçmaz bertek û gazinên xwe wiha got: “Vê tişta ku anîne serê me bêedaletîye. Em mirin û rezîl bûn. Êdî bila ev rezalet û tahde bi dawî bibe. Sewalên me êdî dimirin. Divê demildest ev pirsgirêka me were çareserkirin.” 

 

‘EM NIKARIN ZAROKÊN XWE BIŞON’ 

 

Halîme Çakir jî ji bo cilan bişo avê ji tangêrê dikişîne ber derîyê xwe û di sîtila li ser tifikê de avê germ dike. Çakir anî ziman ku ew hatine wê merhelê ku muhtacî ava serşoyê jî bûne. Çakir got: “Deynê me nîne lê ev 10 roj in em bêceryan in. Em nikarin serê zarokên xwe bişon. Em nikarin avê bidin sewalên xwe. Dimirin. Em jî nizanin em ê çi bikin.”

 

Selma Çagil jî dibêje “Halê me li ber çavan e. Zilmê li me dikin.” 

 

METIRSÎYA NEXWEŞÎYA TÊGER 

 

Ji şênîyên gund Îsmaîl Çagil jî da zanîn ku ew ji nexweşînên têger ditirsin ku belav bibe û ji ber vê yekê jî zarokên xwe naşînin dibistanan. Çagil wiha bertek nîşanî rewşê da: “Ev çete ne yan mafya ne? Berpirsîyarê van kî ye? Hemû xwarin û goştê me di sarincê de xera bû. Dixwazin çi bikin?

 

‘WIHA BIDOME EM Ê NEÇAR BIBIN KOÇ BIKIN’ 

 

Huseyîn Çobangolû jî da zanîn ku şênîyên gund ji ber fatûreyên wan biha tên kes nikare razîne û heke li gund bêavî û bêceryanî bidome ew ê neçar bimînin ji gund koç bikin. 

 

‘SEWALÊN ME BERAVÊTIN’ 

 

Alî Yalçin ê sewalkarîyê dike jî dîyar kir ku ji ber bêavîyê sewalên wî ber diavêje û got: “Navê yekê cezakirina me hemûyan e. Ev ne di hiqûqê de ne jî di mirovatîyê de cihê wê heye. Divê gavek berîya gavekê prisgirêka me were çareserkirin.” 

 

MA / Ahmet Kanbal

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin