Ji ber ala Tirkiyê lêpirsîn li polîsên Kerkûkê tê kirin

Ji ber ala Tirkiyê lêpirsîn li polîsên Kerkûkê tê kirin

.

A+A-

 Ji ber bilindkirina ala Tirkiyê li Kerkûkê li dijî 3 polîsan lêpirsîn hate destpêkirin.

Di dema serdana Balyozê Tirkiye yê li Iraqê bo Kerkûkê de û paşî beşdarîkirin di merasimekê de ku ji aliyê Eniya Turkmen ve li navçeya Pirdê hatibû sazkrin, alaya Tirkiye hatibû bilindkirin û dirûşma "Kerkûk Tirk e dê her Tirk bimîne".

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Ali Rıza Guney berî 5 rojan serdana Kerkûkê kir û şêwaz pêşwazîkirina wî bertekek ligel xwe anî.

Wezareta Navxwe ya Iraqê ji ber amadebûna çend efseran di merasîmê de û silavdayîna ala Tirkiyê, dest bi lêpirsînê li dijî wan kir.

Di daxuyaniyekê de rayêderekî ji polîsê Kerkûkê ji Rûdawê re piştrast kir ku her yek ji Fatima Wehîd Qel Elî efserê yekem û Rêveberê Xalên Kontrolê û Derve Emîd Teha Selaheddîn û Rêvebirê Polîsê Qoriyeyê Mistefa Newzad ji bo lêpirsînê bo Wezareta Navxwe hatine bangkirin.

Çavkaniyek ji Polîsê Kerkûkê jî got: “Ji ber mudaxelekirina Nûnerê Tirkman li Parlamentoya Iraqê Erşad Salih û balyozxaneya Tirkiyê, wezareta navxweyî lêpirsîn bi dawî kir.”

Di heman demê de çavkaniyeke din a polîsan ji Rûdawê re got, "Îstîxbarata Iraqê careke din dest bi lêpirsîna bi efseran re kir ku hemû Tirkmen in û alîgirê Eniya Tirkemen in."

Tirkmen Kelha Kerkûkê wek mal û milkê xwe dihesibînin. Eniya Tirkmen xebatên rêkxistina Tirkiyê bi asayî dibîne û dibêje, "Piştî Kelha Kerkûkê dê rêxistina Tîka hin cihên din jî nû bike.”

Seroka Eniya Tirkmenan a Iraqê Merdan Gokqaya wiha got: “Tîka organîzasyoneke Tirk e, lê çi şûnwarên li cîhanê hene ji bo bimînin û wan biparêzin nûjen dikin. Ew karkirina niha, di beşek ji tirba Pêxember Danîel, goristana li rex wê de asayî ye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin