Ji Belçîkayê alîkarî bo Pêşmerge

Ji Belçîkayê alîkarî bo Pêşmerge

Hat ragihandin ku Hikumeta Belcîkayê biryar da, alîkariyên bo Hêzên Pêşmerge wê berdewam bibe. Li aliyekî din Wezîrê Berevaniya Kenedayê Harjit Sajjan ragihand, Heyder Ebadî rê nade em alîkariyan ji bo hêzên Pêşmerge bişînin.

A+A-

Di civîna Civata Wezîrên Belcîkayê de, bi piraniya dengan biryar hat standin ku, di warê serbazî de Belcîka di rahênana Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqî de berdewam be.

Herweha hikumeta Belcîkayê eşkere kir, ew bawer in ku piraniya xaka Iraq û Suriyê ji DAIŞ hatiye paqijkirin. Lê eger çekdarên DAIŞê li her navçeyekê tevgerê bike, wê demê dîsa Belcîka amade ye bi firokeyên F16 wan bombebaran bike.

Di demê borî de, Belcîka karwanek barhilgirên bizîşkî ji bo Pêşmergeyê şandibû.

Li aliyekî din Wezîrê berevaniya Kenedayê Harjit Sajjan ragihand: "Keneda karwanekî din ji alîkariyên serbazî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re amade kiriye, û niha li nav embareke çekan e li Kenedayê û gujmê wan deh milyon dolar e, lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rê nade em wan alîkariyan ji bo hêzên Pêşmerge bişînin".

Ji aliyê xwe ve berdevkê wezareta berevaniya Kenedî tekez kir, ku Bexda ne amade ye rêketinekê derbarê gihandina alîkariyên serbazî ji bo hêzên Pêşmrege li gel Hewlêrê îmze bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin