Ji Banghêjiya Navenda Jinên Kurdistana Îranê  daxuyaniya 25ê Çiriya Paşîn

Ji Banghêjiya Navenda Jinên Kurdistana Îranê daxuyaniya 25ê Çiriya Paşîn

.

A+A-

Îsal jinên Kurdistan û Îranê di demekê de li roja Cîhanî ya tekoşîn li dijî tundûtîjî ya li dijî jinan derbas dike ku bihezaran jin weke xwîşka “Mîrabul”ê di halê berxwedanî li hember dîktatora nefretkirî ya li ser navê Komara Îslamî ne.

Xebata ku di heyama 43`ê salan berî niha destpê kiriye û niha di xêza dîrokî de di kopika xwe de li meydanê de ye û nayê seknandin.

Êdî 25`ê Çiriya Paşîn tenê roja xebat li dijî tundûtîjiya li dijî jinan nine, belkû, îsal jinên Îranê ji bo herifandinê û bo şoreşek bêmînak hatine meydanê û di halê nivîsîna yekemîn şoreşê ne ku jin alahilgirê wê ye.

Şoreşek micid digel beşdariya komên xelkê bo xebat kirin û dawî pê anîn bi nizamek nefretkirî ku zêdetirîn tundûtîjiyên xwe di zerokkujî heta kuştina mêr û xortan, bi golle û doşka, batom û binçavkirin, bidarvekirin û destdirêjîkirin, cudahîdanîn û tirsandin, bêrêzîkirin, senaroya agir berdana girtîgeha Êvînê û kiryarên terorîstî, teqekirin ji nimêjxwanan û firotina termê can jidestdayan, revandina termê can jidestdayan û givaşên li ser malbatên can jidestdayan û gazîkirin û  lêkolîna mal bi mal yên xelkê û teqekirina korane bikar aniye û da ku mana byûm û dijî mirov a xwe berdewam bike û tarîtî û mirinê li ser xelkê de hakim bike.

Asta bikar birî ji tundûtîjiyên sîstematîk û hikûmetî ku cîhan heyrîmayî kiriye û herçend cinayetên han heta vê demê nekarîne bandorê li ser yekgirtîbûna û îradeya xelkê bo herifandinê hebe û xelkê bi îradeyek tewav hewlên xwe bikar anîne da ku vê xebatê bigihîjin bi encamê, ji ber ku bixwe baş dizane ku rêyek din bilî serkevtina rohnaiyê li ser tarîtiyê de tune ye.

Tekoşîna bêhempa ya ku yekîtiya Îraniyan li hundir û derve li hev anî û cîhan bi heyecan kir û di serî de jinên leheng kolan kirin qad bo serketin an serketin.

Navenda Jinên Kurdistana Îranê ku xwe ji jinên Kurdistanê û bo Kurdistanê dihesibînin, di heman demê de bi hemû hêza xwe piştgirî û bûn bi dengê tekoşîna azadîxwaz a jinan û gelên Kurdistan û Îranê, li ser hewcehiya yekgirtina gelên Îranê, di şerê li dijî stemkariyê de û pêşvebirina armancên vê serhildana pêşverû ya gelên Îranê û bi taybetî jî givaşên li ser Kurdistanê, tekoşînên ku bi salan e bûne keleha azadiyê û hereketên pratîk û objektîf a silogana pêşverû ya “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Herwiha dixwaze tundî û nemirovahiya Komara Îslamî bi dawî bîne û ji hemû sazî û rêxistinên navdewletî daxwaz dike ku, şoreşa azadîxwaz û mafxwaz a jinan û gelên Îranê bi fermî nas bike û bo bidestveanîna jiyaneke wekhev û dadperwer bêdeng nemînin, ji ber ku her bêdengiyek tê wateya hevrêtî digel hikûmeta, tarî û dijî jinê û azadîkuj a Komara Îslamî.

Herwiha Navenda Jinên Kurdistana Îranê ji hemû jinên Îranê û bi taybetî yên Kurdistanê di 25`ê Çiriya Paşîn de dixwazin ku bibin dengê şoreşa jin û gelan û Komara Îslamî ya Îranê wek rejîma herî dijî jinan û tundûtîjtirîn rejîma cîhanê riswa bikin û dijayetiya şoreşa jin û gelên Îranê li hember şetyan û ehrîmena Komara Îslamî berevaniyê bikin.

Serbikeve xebata mafxwaz ya bi rêbertiya jinên pêşvero

Sernixûn be rejîma dîktator û nefretkirî ya Komara Îslamî

Navenda Jinên Kurdistana Îranê

25`ê Çiriya Paşîn a 2022`an

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin