Ji bajarên derdor xelk veguhastin mitînga Erdoganî

Ji bajarên derdor xelk veguhastin mitînga Erdoganî

Hat ragihandin ji bo mitînga Erdoganî ya ku doh 11ê Adarê hat kirin, bi otobosan mirov ji bajarên derûdor veguhastine Colemêrgê.

A+A-

Hat ragihandin ji bo mitînga Serokomarê Tirkîyeyê Receb Tayyîb Erdoganî ya li navenda Colemêrgê bihata kirin, gelek xwendekar, karmend, leşker û cerdevanan veguhastine qada mitîngê.

Li alîyekî din, li gelek deverên bajêr, tora înternetê û telefonan hatine birrîn.

Bi dehan otobosên bi plakayên Elezîz, Wan, Erzurom, Agirî û Mûşê, hatine veguhastin û xwendekar jî bo qada mitîngê hatine birêkirin, li Geverê jî bi awayekî nefermî û neyasayî dibistan betlane kirine û minîbûsên gundan ên perwerdehîya veguhêzkar jî ji bo cerdevanan hatine terxankirin û mamosteyên wan gundan jî mecbûr kirine beşdarî mitînga Erdoganî bibin, ji ber vê jî dibistan bê mamoste mane.

Li al'iyekî din peyamek ji karkerên Îş Kurrê re hatiye şandin û hatiye gotin ku beşdarbûna mitîngê li wan mecbûrî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin