Ji Amnesty li ser Efrînê rexneyên tund bo Tirkiyeyê

Ji Amnesty li ser Efrînê rexneyên tund bo Tirkiyeyê

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) di raportekê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dike, rêgirî li binpêkariyên ciddî yên hêzên xwe û hêzên hevpeymanên xwe li herêma Efrînê bike.

A+A-

Raporta Amnesty International îro pêncşemî 2ê Tebaxa 2018an hatiye belavkirin û têde amaje bi binpêkariyên hêzên leşkerî yên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê di derheqê xelkê herêma Efrînê de dike.

 

Di raporta Amnesty de hatiye gotin: “Hêzên Tirkiyê rê didin grûpên çekdar ên Sûriyê jibo ku binpêkariyên ciddî di warê mafên mirovan de li dijî xelkê sivîl ê bajarê Efrînê encam bidin.”

 

Amnesty herwiha dibêje: “Xelkê Efrînê rastî çend corên binpêkariyan dibin, ji wan jî desteserkirina bêserûber, windakirina xelkê û destgirtina bi ser mal û milkê welatiyan û talankirina wan.”

 

Amnesty ku raporta xwe bi hevdîtina ligel 32 kesên di nava Efrînê de piştrast kiriye, dibêje, grûpên wek Firqeya 55, Cebhet el-Şamiyê, Feyleq el-Şam, grûpa Sultan Murad û Ehrar el-Şamiyê  binpêkirinên mafên mirovan ên metirsîdar li nava Efrînê encam didin.

 

Wê saziya navdewletî ya taybet bi parastina mafên mirovan herwiha dibêje, piraniya binpêkariyan ji aliyê wan grûpan ve hatine encamdan, ku hikûmeta Tirkiyê çek dide wan û Artêşa Tirkiyê jî çavê xwe li ser wan binpêkariyan digire.

 

Amnesty amaje bi daxistina çend dibistanên Efrînê jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve kiriye û ragihandiye: “Heta hêzên çekdar ên Tirkiyê bi xwe jî çûne nava çend dibistanan û proseya xwandin û perwerdeya bi hezaran zarokan dane rawestandin.”

 

Rêvebira Lêkolînên Rojhilata Navîn a Amnesty Ineternationalê, Lîn Meilûf gotiye, êrişa serbazî ya Tirkiyê êş û azara xelkê Efrînê zêde kiriye û me çîrokên metirsîdar li ser bihîstine.

 

Lîn Meilûf herwiha diyar kiriye: “Tikriye hêza desthilatdar e li Efrînê, lewam jî ew berpirs e ji rewşa jiyana xelkê sivîl û cîbicîkirina yasa û seqamgîriyê li wê derê. Heta niha hêzên serbazî yên Tirkiyê di wan erkan de şikest xwarine. Tirkiye nikare bêyî bikaranîna grûpên çekdarî yên Sûriyê bo encamdana karê xwe yê kirêt, xwe ji berpirsatiyê dûr bigre. Bêyî paşxistina zêdetir, pêwîst e Tirkiye dawî bi binpêkariyên wan grûpên çekdar bihîne, ku alîkariya wan dike, divê encamderên binpêkariyan ceza bike û pabend be bi alîkarîkirina xelkê Efrînê, bo destpêkirina jiyana xwe ya asayî.”

 

Ji aliyekî din ve, Amnesty di raporta xwe de hikûmeta Sûriyê û YPG jî bi binpêkirina mafên mirova tohmetbar kiriye, ku hikûmeta Sûriyê rê nade awareyên Efrînê vegerin Efrînê. Li gorî raportê, hikûmeta Sûriyê rê nade kesên nexweş ku biçin Helebê û ji koma 300 nexweşan, tenê rê daye 50 nexweşan.

 

Rêxistina Lêborîna Navdewletî YPGê bi zêdekirina azarên awareyên Efrînê tohmetbar kiriye û gotiye, hêzên wê rêya di navbera Efrîn û devera Şehbayê de girtine û rê nadin ku aware vegerin Efrînê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin